Wezîrê Derve yê Lubnanê ji Rûdawê re: Di mijara penaberan de em ji civaka navdewletî alîkariyên zêdetir dixwazin

16-06-2023
Zinar Şîno
Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb
Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb
Nîşan Lubnan Sûriye Penaber Penaberên Sûrî
A+ A-

Heftemîn Konferansa Brukselê ya ji bo piştevaniya siberoja Sûriyê û welatên navçeyê ku penaberên Sûrî li wan niştecî ne, di 14 û 15ê Hezîranê de ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hat lidarxistin. Duh di duyemîn roja kongreyê li ser asta wezîrên derve û nûnerên welatên beşdar bûye.

Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb yek ji beşdarên wê konferansê bû. Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb di dema birêveçûna konferansê de hevpeyvînek kurt bi Rûdawê re encam da û bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da.

Wezîrê Derve yê Lubnanê di vê hevpeyvînê de dibêje, ew dixwazin civaka navdewletî di pirsa koçberan û penaberan de zêdetir alîkariya wan bike.

Ebdullah Buhebîb ragihand, ew texmîn dikin ku nêzîkî 1,5 heta 2 milyon penaber li Lubnanê hebin, lê hejmara dirist nayê zanîn ji ber ku heta niha Ajansa Penaberan bi Lubnanê re kar nake. Bulhebîb got, hêvî heye ku ew vê hefteyê bi Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî re bigihin rêkeftinekê.

Wezîrê Derve yê Lubnanê herwiha got, her meh 120 hezar heta 150 hezar kes vedigerin Sûriyê.

Rûdaw: Birêz wezîr spas ji bo ku hûn li gel me bûn. Em dikarin nêrîna we li ser heftemîn Konferansa Brukselê û asta sozan bizanin? Alîkarî dê bigihê penaberên li Libnanê?

Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb: Belê, helbet dê alîkarî bigihêje penaberên li Lubnanê. Me daxwaz kir ku ev alîkarî zêdetir di warê veberhênanê de be, ne bikarbirdin. Cîhan û civaka navdewletî, ango civaka rojavayî, alîkariyan dişînin. Çimkî Çîn, Rûsya û welatên Ereb ligel Ajansa Penaberan kar nakin. Me daxwaz kir ku vê carê bersiv û têgihiştin ji bo helwesta Lubnan û Urdunê ya derbarê penaberan de hebe.

Rûdaw: Birêz wezîr, amareke we li ser hejmara penaberên li Lubnanê hene?

Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb: Nêzîkî 1,5 heta 2 milyon penaberên me hene, ew nehatine jimartin ji ber ku heta niha ajansa penaberan bi me re kar nake, lê hêvî heye ku em vê hefteyê bigihin rêkeftinekê.

Rûdaw: Li ser hejmara penaberên ku ji Lubnanê vegeriyane Sûriyê, amareke we heye?

Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb: Her mehê em ji asayîşa giştî dizanin ku kesên bi awayekî qanûnî [Lubnanê] diterikînin û diçin nava [Sûriyê] nêzîkî 120,000 heta 150,000 kes in.

Rûdaw: Rojane?

Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb: Na, mehane.

Rûdaw: Birêz Wezîr, hin rexne li ser wê yekê hene ku Lubnan penaberên Sûriyê neçar dike vegerin welatê xwe, bersiva we yan jî şîroveya we li ser vê mijarê çi ye?

Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb: Na, tu carî. Ew dizanin ku Lubnan tiştên wiha bi Sûriyan re nake û di warê mafên mirovan de van tiştan nake. Çawa ku welatên rojava li vir dikin, mafê me jî heye ku her kesê ku mafê akincîbûnê nîne vegerînin. Pir kesên Lubnanî ji me re tên zivirandin ku hatibûn Ewropayê, lê ji wan re hatiye gotin ku mafê wan ê niştecihbûnê nîne, daxwaza nîştecêbûnê bikin eger ne, ew dê bên vegerandin. Niha ew wan vedigerînin û em pêşwaziyê li wan dikin. Em jî heman karî dikin. Her kesê mafê nîştecêbûnê ji ajansa penaberan wergirtibe, an jî mafê karkirinê li Lubnanê hebe, em pêşwaziyê lê dikin.

Rûdaw: Pirsa dawî birêz wezîr. Ev konferans mijareke wê ya mirovî heye, lê aliyê siyasî jî heye û heta Joseph Borrell jî got ku mijar siyasî ye. Helwesta welatên Ewropî li hember Şamê ew e ku siza neguhere û têkiliyên dîplomatîk ên rasterast bi Şamê re nabin. Helwesta Lubnanê li hember vê siyaseta Ewropayê çi ye?

Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb: Em di wê baweriyê de ne ku pêngava ku îro ji aliyê welatên Ereb ve hatiye avêtin, komîta ku ji aliyê Encumena Wezîran a Erebî ve hatiye avakirin, dê pirsgirêkan çareser bike û bibe hewldanek ji bo wergirtina bersivekê ji aliyê Sûriyê ve ji bo rakirina hemû cezayên li ser Şamê û vegerandina balyozên rojava û yên din bo Şamê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst