Kendal Nezan: Heta Şam mafên Kurdan qebûl neke Fransa cezayan ji ser Sûriyeyê ranake

14-04-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Ala Şalî û Kendal Nezan\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Ala Şalî û Kendal Nezan\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kendal Nezan Fransa Herêma Kurdistanê Emmamuel Macron Nêçîrvan Barzanî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan dibêje Fransa dostekî mezin ê Kurdan e û her tim alîkariyê dida Kurdan.

Li gorî gotina Kendal Nezan heta Hikûmeta Sûriyeyê mafên Kurdên Rojavayê Kurdisranê nas neke dê Fransa ambargoyên li ser Sûriyeyê raneke.

Serokê Enstîtuya Kurdî behsa dîplomasiya ji bo Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got:

“Niha Fransa û heta radeyekê Almanya û dewletên din jî mijûl in, heta mafên Kurdan neyên naskirin di navbera Kurd û Hikûmeta Sûriyeyê ya nû rêkeftin de çênebe, cezayên li ser Sûriyeyê nayên rakirin. Ev kaxezeke gelek girîng e di destê wan de, li aliyê din jî Amerîka bi Tirkiyeyê re gotûbêjan dike. Îcar dê paşeroj çawa be? Dema rejîma Esed nû rûxiyabû min bi Îlham Ehmed re sohbet kir, min got, Tişta yekem a girîng ew e ku 3 mehên destpêkê berxwedanê bikin’ Hûn dizanin wê demê li dorûbera Tişrînê şer hebû û di nava 3 mehan de gelek tişt guherîn. Kurd di dîplomasiyê de dê ser bikevin, Fransa jî dê piştgiriyê dide wan, bi rêya Fransayê Ewropa jî wê piştgiriyê bide wan. Eger sîstem ne federalî be jî; bila nenavendî be, bi vê jî ew dikarin mafên xwe û ziman û çanda xwe biparêzin, ev jî pêşketineke mezin e.”

Kendal Nezan li ser dostaniya Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got, "Kurdistan dewleteke serbixwe nîne û ti caran Serok Macron, serokê herêmekê wekî serokdewletekî qebûl nake, lê di protokola Fransayê de bi Kurdistanê re wek dewleteke serbixwe pêwendî tê danîn."

Kendal Nezan li Parîsê bersiv da pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê yên derbarê pêwendiyên Hewlêr û Parîsê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Parîsê.

Kendal Nezan dibêje, "Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê pêwendiyên xurt in, Kurdistan dewleteke serbixwe nîne û ti caran Serok Macron, serokê herêmekê wek serokdewlet qebûl nake, ev awarteyeke ji bo Kurdistanê. Niha eger Serokê Katalonya yan Bavaryayê were, ev ne karê Serok Macron e, lê di protokola Fransayê de bi Kurdistanê re wekî dewleteke serbixwe pêwendî tê kirin û nirx û rûmeta wê tê zanîn."

Hevpeyvîna Kendal Nezan û Ala Şaliyê:

Rûdaw: Gelekî spas Rêzdar Kendal Nezan hûn pêwendiyên niha yên Fransa û Herêma Kurdistanê razî ne?

Kendal Nezan: Belê! Bi giştî em gelekî razî ne, di asteke gelek bilind, germ û dostane de ye û gelekî baş e. Fransa baştirîn û dilsoztirîn dostê gelê Kurd e, dewleta wan ne dewleta Kurd e lê dengê Kurd digihînin hemû cîhanê.

Rûdaw: Vekirina parkekê li Fransayê bi navê Pêşmerge, ji bo nasandina Kurdistanê û Pêşmerge çi qasî girîng e?

Kendal Nezan: Bandoreke mezin heye, nîşan dide ku Fransa dewleteke dilsoz e, Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de roleke pir girîng lîst, têkoşerên Rojava jî, bi heman awayî. Şaredariya Parîsê û Hikûmeta Fransayê dixwaze dilsoziya xwe bi vê parkê (Parka Pêşmerge) nîşan bidin. Parkeke xweşik e.. herin bibînin. Ev ji bo me hemûyan serkeftinek e, ji ber ku Parîs bi rengekî bûye paytexteke Ewropî ku di dilê Kurdan de gelekî girîng e. Gorên şehîdan Ahmed Kaya, Qasimlo û Şerefkendî û Elî Babaxan û gelek Kurdên din li vir hene. Her li Parîsê parkek bi navê Jîna Emînî heye, parkek bi navê Yilmaz Guney heye. Yanî; Kurdistana Bakur, Kurdistana Rojhilat û niha jî Kurdistana Başûr. Parîs ji ber vê yekê di dilê me de şêrîn germ û xweş e.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê çawa dikare pêwendiyên xwe bi Fransayê re xurttir bike?

Kendal Nezan: Bi ya min pêwendî xurt e, Kurdistan dewleteke serbixwe nîne û ti caran Serok Macron, serokê herêmekê wekî serokdewlet qebûl nake, ev îstîstnayeke ji bo Kurdistanê. Niha eger serokê Katalonya yan Bavaryayê were, ev ne karê Serok Macron e, lê di protokola Fransayê de bi Kurdistanê re wek dewleteke serbixwe pêwendiyê dikin û nirx û rûmeta wê tê zanîn.

Rûdaw: Serok Macron dê li Koşka Elysee Serok Nêçîrvan pêşwazî bike û dê bi hev re firavînekê bixwin. Ev tê çi wateyê?

Kendal Nezan: Niha Rojhilata Navîn di qeyraneke mezin de ye, îhtimala şer heye li dijî Îranê, li Sûriyeyê rewşeke tijî nakokî heye, paşeroja Îraqê ne diyar e. Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî, wekî hevkarekî bawerî-pê-heye ji aliyê Fransayê ve tê qebûlkirin, Serok Macron dixwaze bi wî (Nêçîrvan Barzanî) re li ser rewşê gotûbêj bike, çi diqewime û divê çi were kirin? Ango ew dê nêrîn û ramanên xwe bi hev re parve bikin. Xwarinên Fransî jî xweş in, ew dê bi hev re xwarinekê bixwin, gotûbêjan bikin û dostaniya xwe bi hev re bihêztir bikin.

Rûdaw: Tê gotin ku dema xwarinê mirov dikare bi aramî hevdû re biaxive û ew jî pêwendiyan bi hêztir dike.

Kendal Nezan: Xwarina nîvro ji bo Fransiyan gelekî girîng e, tiştên girîng di xwarina nîvro de tên gotin. Êvaran jî ji bo kesên taybet û şexsî ye dost û kesayetiyên taybet di wê demê de tên vexwendin. Li Fransayê xwarina nîvro gelekî girîng e. Di wê demê de bi azadî gotûbêjê dikin û nêrîn û ramanan ji hevdû re dibêjin. Bê protokol bê tişt bi azadî bi hevdû re diaxivin. Gelek kes tên Serok Macron dibînin lê hindik kes hene ku bi wî re xwarina nîvro dixwin û gotûbêjê dikin, ev jî nîşan dide ku Serok Macron girîngiyê dide pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê her wiha pêwendiyên kesayetî yên xwe û birêz Kak Nêçîrvan.

Rûdaw: Yanî wê demê mijarên girîng ên her du serokên ciwan hene ku gotûbêjê li ser bikin?

Kendal Nezan: Divê hûn vê ji Kak Nêçîrvan bipirsin, ez jî nizanim.... lê ez texmîn dikim ew dê behsa Kurdistan û Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku hîn nehatiye avakirin, Sûriye û herêmê bi giştî gotûbêjan bikin. Tu ji Kak Nêçîrvan bipirse ew baştir dizane.

Rûdaw: Çi qasî girîng e ku hêsankarî zêdetir ji kompanyayên Fransî re were kirin da ku werin li Herêma Kurdistanê hilberînê bikin?

Kendal Nezan: Pêwendiyên aborî girîng in lê niha ji bo Fransa û Kurdistanê pêwendiyên herî girîng pêwendiyên dîplomatîk û siyasî ne, ji bo aboriyê jî berî her tiştî pêwîst e hikûmeteke nû ya Kurdistanê hebe, çend meh in hilbijartin hatiye kirin. Li Almanyayê hilbijartin hat kirin, partiya CDU û partiya SPD meh û nîvekê dan û standin kirin û hikûmet pêk anîn. Ez hêvî dikim li Kurdistanê jî veguhastina siyasî hebe, ji ber ku kompanya naçin welatekî bêyî aramiya siyasî û maf, yanî îro biçin peymanekê îmze bikin û sibe Dadgeha Federal a Îraqê bêje mafê we nîne.

Rûdaw: Yanî hikûmeteke bihêz dikare pêwendiyên bihêz ên dîplomatîk û aborî jî durist bike?

Kendal Nezan: Belê bêguman.

Rûdaw: Rêzdar Nezan, li gorî ku ez dibînin niha di saziyên fermî yên Fransayê de, kesên ku bi eslê xwe ne Kurd in hatine damezirandin, gelo ev dê bandorê li ser pêwendiyên Fransa bi Kurdan re bike?

Kendal Nezan: Na! Niha Fransa ji hemû aliyên siyasî ve piştgirên Kurdan in. Çepgir, rastgir û navendî. Ji ber ku li ser doza Kurdî lihevkirin heye. Ji bo Kurdên Rojava, ji bo Kurdên Başûr ew alîkar  û dost in. Eger guhertin jî çêbibe; piştî 2027an ku Serokatiya Serok Macron bi dawî bibe, di her du partiyên serekî de berendam hene ku kesên naskirî û dostên Kurdan in. Yek ji wan namzedan cîranê min bû.

Dema Serok Macron hat hilbijartin, derbarê Kurdan de gelekî kêm tişt dizanî, cara yekem em bi Bernard Henrey Levy (Fîlozof nivîskar û derhênerê fîlma Pêşmerge ye) re çûn, me fîlma Pêşmerge nîşanî wî da, roja 18ê Tîrmeha 2017an em sê saetan bi hev re bûn, wê demê nû hatibû hilbijartin. Piştî wê sembatiya wî ya li hemberî Kurdan gelekî zêde bû. Wê demê postên wî jî gelek bûn. Min jê re got, Kak Mesûd Barzanî serokê Kurdan dawet bike.

Wê demê amadehiya referandumê jî hebû. Ji wê demê ve zêdetir tiştan derbarê Kurdan de dizane û baweriya wî bi Kurdan xurttir dibe. Ew ji Kurdan hez dike û ji wê herêmê (Rojhilata Navîn) gelek kes tên dipeyivin û gotinên xwe bi cih naynin lê Kurd xwediyê gotina xwe ne û cihê baweriyê ne. Ji aliyekî din ve temenê herduyan jî (Kak Nêçîrvan û Macron) nêzîkî hev e.

Rûdaw: Belê ez her tim dibînim ku pêwendiyeke baş di navbera wan de heye û çawa hevdû pêşwazî dikin û hevaltî û dostaniyeke çawa di navbera wan de heye.

Kendal Nezan: Belê gelekî rast e.

Rûdaw: Gelo Fransa dikare piştgiriyê bide herêmeke xweser li Rojavayê Kurdistanê?

Kendal Nezan: Bawer bike em pir mijûl in, destpêkê ji bo ku Tirkiye şerê wan neke û peymanek hebe û Fransa dijî dronên Tirkiyeyê jî Fransa alîkariya wan bike. Niha Fransa û heta radeyekê Almanya û dewletên din jî mijûl in ku heta mafên Kurdan neyên naskirin di navbera Kurd û Hikûmeta Sûriyeyê ya nû de çênebe, cezayên li ser Sûriyeyê nayên rakirin. Ev kaxezeke gelek girîng e di destê wan de, li aliyê din jî Amerîka bi Tirkiyeyê re gotûbêjan dike. Îcar dê paşeroj çawa be?

Dema rejîma Esed nû rûxiyabû min bi Îlham Ehmed re sohbetek kir û min jê re got, Tişta yekem a girîng ew e ku 3 mehên destpêkê berxwedanê bikin’ Hûn dizanin wê demê li dorûbera Tişrînê şer hebû û di nava 3 mehan de gelek tişt guherîn. Kurd di dîplomasiyê de dê ser bikevin, Fransa jî dê piştgiriyê dide wan, bi rêya Fransayê Ewropa jî wê piştgiriyê bide wan. Eger sîstem ne federalî be jî; bila nenavendî be, bi vê jî ew dikarin mafên xwe û ziman û çanda xwe biparêzin, ev jî pêşketineke mezin e.

Rûdaw: Rêzdar Kendal Nezan pirsa min a dawî ev e. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêvajoya çareseriyê heye. Çend rojên borî Birêz Erdogan, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî kir û civiyan. Hûn çawa li rewşê dinêrin? Serokê Herêma Kurdistanê dikare rolê bilîze?

Dr. Kendal Nezan: Bêguman roleke wî ya girîng dikare hebe, navbeynkariyê di navbera her du aliyan de bike  gotinên baş ên xêrê bike. Bêje bi şer doz çareser nabin, ev 40 sal zêdetir e. Mirovekî ji Sedam tundtir nebû, wî nikarîbû bi şer Kurdan ji holê rake, divê çareseriyeke siyasî hebe. Ez di wê baweriyê de me ku hemû Herêma Kurdistanê niha Kak Mesûd Barzanî wekî serokekî, wekî Leyla Zana got, berpirsiyarê hemû partiyên siyasî yên parçeyên din bira yan kurê te ne her çawa be divê piştgiriya wan bike, gotinên baş bêjin û di vê demê de yekîtiya manewî ya Kurdan gelekî pir girîng e, di vê herêmê de dijminên me pir in, divê em bi xwe nebin dijminên hev, eger em dostên hev bin li derve jî dê dostên me pir bibin. Bi taybetî welatên demokratîk dostên me ne.

Rûdaw: Rêzdar Kendal Nezan gelekî spas ku tu bi me re bûyî.

Kendal Nezan: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst