Metîner bo Rûdawê: AK Partî ji wê rêzefilma nîjadperest û faşîst aciz e

15-06-2022
Nîşan Yalniz Kurt Herêma Kurdistanê Mehmet Metîner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Damezirîner ê Komeleya Demokrasî û Yekîtiyê (DEMBÎR-DER) Mehmet Metîner derbarê derbarê rêzefîlma Yalniz Kurt (Gurê Bitenê) a kanala ATVê ku heqaret li Herêma Kurdistanê û Kurdan kiribû, ragihand ku AK Partî û hikûmeta Tirkiyê ji wê yekê aciz e.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Serokê Giştî yê DEMBIR-DERê Mehmet Metîner ji Rûdawê re ragihand ku ku senaryoya rêzefîlma Yalniz Kurt (Gurê Bitenê) a kanala ATVê ji aliyê "nîjadperest-faşîstan" ve hatiye amadekirin.

Metîner diyar kir ku ji ber ku ev rêzefîlm heqaretê li Herêma Kurdistanê û Kurdan dike, hewl dane weşana rêzefîlmê bi dawî bikin û got, “AK Partî û hikûmeta Tirkiyê jî ji wê feraseta nîjadperest-faşîst a di rêzefîlmê de nerehet in. Ji ber ku rêznegirtina li hemberş Herêma Kurdistanê û Kurdan tê wateya rêznegirtina AK Partiyê û hikûmeta Tirkiyê jî.”

Di heman demê de Metîner da zanîn ku ew ê dozê li dijî senarîst û derhênerê rêzefilmê vekirin û ew dê vê mijarê bişopînin.

Derbarê armanca komeleya xwe de jî Metîner, diyar kir ku wan DEMBÎR-DERê "ji bo xurtkirina dostaniya Kurd û Tirkan" ava kiriye û got, ew dixwazin di dema pêş de bi şandeke serdana Hewlêrê bikin.

Di beşeke rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’ ango ‘Gurê Bitenê’ de ku li kanala ATV ya Tirkiyê tê weşandin, qaşo kesekî Tirk di dadgeheke Herêma Kurdistanê de tê darizandin, lê ew kes heqaretê li sembol û nirxên Kurdan û dadgehê dike. Di wê dadgehê da jî Ala Kurdistanê û wêneyê Serok Mesûd Barzanî hatine bikaranîn.

Kesê bi navê “Tekîn Giritlî” di dîmenan de statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê biçûk dixe û îdia dike ku pêkhateyên etnîkî û olî yên li herêmê jî li dijî Kurdan in û hewl dide têgihiştinên wek “Kurd nikarin bibin dewlet” û “Kerkûk û Mûsil ya Tirkan e” bide qebûlkirin.

Belavbûna dîmenên wê beşa rêzefîlmê di nava Kurdan de bû rojev û nerazîbûnek mezin li pey xwe anî.

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê jî derbarê rêzefîlma navborî  daxuyaniyek dabû û tê de bal hat kişandin ku rêzefîlm hemû rastiyan berovajî dike, heqaret û ziyanê digihîne gelê Kurd û Herêma Kurdistanê û wiha hat gotin, "Li şûna aştî, jiyana hevpar û hevdu qebûlkirinê peyameke dûrî nirxên hunerê tê dayîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst