Hemas dê 3 dîlên din ên Îsraîlî berde

14-02-2025
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê di çarçoveya rêkeftina agirbestê û bihevguhertina dîlan a li Xezeyê de navên 3 dîlên Îsraîlî yên ku dê sibe bên berdan eşkere kirin.

Berdevkê Hemasê Ebû Ubeyde bi daxuyaniyekê ragihand ku di gera 6em a bihevguhertina dîlan a 15ê Sibatê de dê Alexandre Sasha Troufanov, Sagui Dekel-Chen û Yair Horn bên berdan.

Tê zanîn ku Sagui Dekel-Chen xwedî welatînameyên Amerîka-Îsraîlê û Alexandre Sasha Troufanov jî xwedî welatînameyên Rûsya-Îsraîlê ye.

Hemasê bihevguhertina dîlan ragirtibû

Berdevkê Hemasê Ebû Ubeyde ragihandibû, bihevguhertina dîlan a ku dihat payîn 15ê Sibatê pêk were, ji ber ku Îsraîlê soza xwe ya di rêkeftina agirbestê de bi cih neaniye hatiye ragirtin.

Di daxuyaniya Hemasê de hat diyarkirin ku biryara ragirtin 5 rojan berî bihevguhertina dîlan hatiye ragihandin û bi vî awayî derfet ji welatên navbeynkar re hatiye dayîn ku zextê li Îsraîlê bikin da ku li pêbendî bendên agirbestê bimîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû eger heta roja şemiyê hemû dîl neyên berdan, divê agirbest were betalkirin û got, “Bila qiyamet rabe.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gef xwaribû ku dîlên Îsraîlî neyên berdan “dê agirbest biqede û êrişên tund dest pê bikin” û ferman dabû artêşê hêzên zêde bişîne nav û derdora Xezeyê.

Hemasê doh ragihandibû ku piştî soza welatên navbeynkar a rakirina astengiyên Îsraîlê yên li ser rêkeftina agirbestê, ew dê di çarçoveya rêkeftinê de bihevguhertina dîlan bidomînin.

Di 5 gerên bihevguhertina dîlan de, 766 girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de û 16 dîlên Îsraîlî û 5 dîlên Taylandî yên li Xezeyê hatibûn berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst