Hemas: Peymana agirbestê xala werçerxê ye

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê peymana agirbestê ya tê çaverêkirin ku 19yê Kanûna Paşîn li Xezeyê bikeve rewacê, di pevçûna bi Îsraîlê re wekî "xala werçerxê" bi nav kir.

Di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbest pêk hatiye.

Agirbest ji vekişîna artêşa Îsraîlê, pevguhertina dîl û girtiyên di zindanan de, çareserkirina pirsgirêkên Bereya Fîladelfya, vekirina deriyê Refahê û gihandina alîkariyên mirovî pêk tê.

Hemasê li ser hesabê xwe yê Telegramê derbarê peymana agirbestê daxuyanî da.

"Peymana agirbestê fêkiyê berxwedanê ye”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Peymana agirbestê fêkiyê berxwedana me ya bi qehremanî û îradeya efsanewî ya gelê me yê Filistîna mezin e ku ji 15 mehan zêdetir e li Xezeyê didome.

Peymana rawestandina êrişên li ser Xezeyê serkeftina gelê me, berxwedana me, neteweya me û gelên azad ên cihanê ye.

Ev nîşaneya rizgarbûna gelê me û di rêya gihandina armancan a vegera welat de di pevçûna bi dijmin re (Îsraîl) xala werçerxê ye."

Hat gotin lihevkirin li ser esasên ku Îsraîl "êrişan rawestîne, xwînê nerijîne û şerê komkujî û îmhayê bi dawî bike" pêk hatiye.

Hemasê helwesta welatên Ereban, Îslamê û yên din ên ku bi awayekî fermî li cem Xezeyê sekinîne pîroz kirin.

Hemasê her wiha spasiya Qeter û Misirê kir ku ji bo peymana agirbestê bûne navbeynkar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst