Bi hezaran çekdarên DAIŞê hene, dibe ku DAIŞ careke din vegere

11-02-2024
Nîşan DAIŞ Veger Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Egere zindîbûna DAIŞê demên dawiyê li rojeve raya giştî ya cîhanî ye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, li ser grûpên çekdar raporek pêşkêşî Komîsyona Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Li gorî raporê, li cihên aloz hebûna DAIŞê berdewam dike.

Raporê amaje pê da ku Li Îraq û Sûriyeyê di nevbera 3 hezar û 5 hezaran de çekdarên DAIŞê hene û got:

“DAIŞ li gel ku serokên xwe ji dest dide û rûbirûyî krîzeke aborî jî dibe hîn kapasîteya wê heye ku êrişên terorê encam bide.

Gefên wê li gelek deveran tên dîtin.”

“Dibe ku careke din derkeve holê”

Raporê rîska vejîna DAIŞê bi bîr anî û da zanîn:

“Li Îraq û Sûriyeyê zexteke baş li DAIŞê hat kirin lê dîsa jî gefeke mezin e. Herwiha êrişên wê ji çiriya paşîn ve zêde bûne.

Heke girtiyên DAIŞî vegerin qada şer an jî zexta li ser terorê kêm bibe, dibe ku DAIŞ careke din derkeve holê.”

Raporê herwiha diyar kir, ji ber ku gelek fermandarên wê hatine kuştin û dahatên wê yên aboriyê hatine kêmkirin eger heye DAIŞ giraniya xwe ji Îraq û Sûriyeyê bide hinek deverên din.

Ew dever jî wekî Afxanistan û Afrîkayê hatin nîşandan.

“Ev kamp gelekî qerebalix in”

Li aliyên din, li Kampa Holê û Kampa Rojê yên li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê herî kêm 48 hezar û 500 kes dijîn ku 31 hezar û 600ên wan biyanî ne.

Ev her du kamp di kontrola Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.

Piştî ku hêzên Kurdan DAIŞ têk bir, gelek DAIŞî tevî malbatên xwe teslîm bûn û piraniya wan niha li wan kampan dimînin.

Di raporê de hat ragihandin, “Ev kamp gelekî qerebalix in, cih kêm e, ava paqiq û pêdiviyên sereke kêm in.”

Li aliyê din, li gorî texmînan ji sedî 60ê şêniyên van kampan zarok in.

Temenê sedî 73yê wan biniya 12 salan û temenê sedî 20ê wan jî biniya 5 salan e.

Îraq, Azebeycan, Kanada, Fransa, Qirxizistan, Rûsya û Brîtanyayê heta niha 2 hezar û 385 welatiyên xwe ji van kampan vegerandine.

Raporê diyar kir, “Eger midaxele neyê kirin dê ev kamp gelek salan bibin gef.”

Dîsa amaje pê hat dayîn ku eger heye ew zarok paşerojê bibin çekdarên DAIŞê.

Li gorî raporê, dibe ku DAIŞ ji afxanistanê çekan peyda bike û niha samana wê ya aborî derdora 10-25 milyon dolaran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst