Li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê erdhej

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tirkiye Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê erdhejek bi hêza 4.3 pielyê Rîxter çê bû.

Serokatiya Karesatan û Rewşên Awarte li Tirkiyê (AFAD) îro ragihand, erdhej li parêzgeha Hums a Sûriyê çê bûye û li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê jî hatiye hîskirin.

Li gor AFADê, erdheja îro di demjimêr 12:24an de li parêzgeha Humsê ya Sûriyê çê bûye û navendê wê li navçeya Palmîrayê bûye.

Hatiye ragihandin, hêza erdhejê 4.3 pileyê Rîxter û di kûrahiya 5.92 kîlometriya erdê de çêbûye.

Îsal di 6ê Sibatê de du erdhejên mezin bi hêzên 7.7 û 7.6 pileyê Rîxter Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejandin.

Li gor amarên fermî, di encama wan erdhejan de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî di erdhejên 6ê Sibatê de nêzî 6 hezar kes mirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst