Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de 17 hezar û 343 erdhej çêbûn.
Pisporê Rêvebirina Karesatê û Akademîsyenê Zanîngeha Gaziyê Bulent Ozmen ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî hezar xetên zindî yên erdhejê hene.
Bulent Ozmen diyar kir ku Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) bi hezar û 145 torên çavdêriya erdhejê li Tirkiyê û nêzîk sînorên wê erdhejan dişopîne û zanyariyan belav dike.
Ozmen behsa erdhejên sala 2024an kir û got:
“Di 6 mehên destpêkê yên sala 2024an de 94ê wan di navbera hêza 4,0 û 4,9, 5ê wan di navbera hêza 5 û 5,9 bi tevahî 17 hezar û 343 erdhej çêbûn.
Meha Çiriya Paşînê 3 hezar û 409, meha Sibatê 3 hezar û 207, meha Adarê 3 hezar û 17, meha Nîsanê 2 hezar û 697, meha Gulanê 2 hezar û 730 û meha Hezîranê 2 hezar û 283 erdhej çêbûn.”
Di encama van erdhejan de kesekî canê xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.
Herî zêde li parêzgehên Meletî û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê çêbûne û piştre li parêzgehên Mugla, Îzmir, Semsûr û Çanakkaleyê çêbûne.
Di nav 6 mehan de li Meletiyê 3 hezar û 78, li Mereşê 2 hezar û 599, li Muglayê hezar û 153, li Îzmirê hezar, li Semsûrê 814 û Çanakkaleyê 645 erdhej çêbûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse