Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku wî fermana valakirin Xezeyê daye artêşa xwe.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku dê rê ji bo derketina xelkê Xezeyê yê ji sînorên bejahiyê were vekirin û ew dê hewl bidin ku rêyên hewayî û deryayî jî ji bo derketina wan werin amadekirin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz di fermana xwe de got:
“Rê bidin şêniyên Xezeyê yên ku dixwazin derkevin û biçin welatên din.”
Fermana Israel Katz piştî wê tê ku Donald Trump xwestibû ku Xeze “were bidestxistin û valakirin.”
Daxwaza Trump nerazîbûn û bertekên tund ên xelkê Xezeyê, welatên Erebî û Îslamî û hevpeymanên Amerîka û Îsraîlê jî bi xwe re anîn.
Hemasê daxwaza Trump wekî “tinazî û sedemeke şewitandina herêmê” bi nav kir.
Urdin û Misirê jî ku Trump ew wekî du welatên sereke yên ku dê xelkê Xezeyê qebûl bikin bi nav kiribûn, daxwaza wî red kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî li ser daxwaza Trump hişyarî da û got ku piştî daxwaza Trump a li ser valakirina Xezeyê “girîng e ku em xwe ji her cure paqijiya etnîkî dûr bigirin.”
Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştgiriya daxwaza Trump kir û got:
“Ev biryareke baş û girîng e û divê were bicihanîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse