Hewlêr (Rûdaw) Îsraîlê derbarê dîtin û kuştina Sekreterê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah hûrgiliyên nû eşkere kirin.
Li gorî wan hûrgiliyên ku artêşa Îsraîlê biryar daye ji raya giştî re eşkere bike, çend roj berî kuştina Nasralah sîxuran agahiyên hûr ên derbarê cih û tevgerên Hesen Nasralah dane serkirdayetiya artêşê û hikûmeta Îsraîlê.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê dibêjin, ji piştî şerê 2006an ve îstîxbarata artêş û Mossadê dest bi çavdêriya Nasralah kiriye lê ti biryara siyasî ji bo kuştina wî nehatiye dayîn.
Biryar ew bû ku tenê divê were çavdêrîkirin û nabe ji çavên îstîxbarata Îsraîlê winda bibe heya ku derfeteke guncav derdikeve û biryara kuştina wî tê dayîn.
Xapandina Nasralah
Dema ku şerê Xezeyê dest pê kir û Nasralah biryar da ku li dijî Îsraîlê derkeve, dest bi dariştin û plansaziya kuştina wî hat kirin.
Biryar hat dayîn ku neyê behskirin da ku Nasralah wisa têbigihîje ku Îsraîl naxwaze dest biavêje wî û şer berfireh bike.
19ê Îlonê, Nasralah li ser ekranan medyaya xuya bû û di axaftinekê de diyar kir ku heta ku Îsraîl şerê Xezeyê nesekinîne, Hizbulah jî dev ji şer bernade.
Îsraîlê wekî bersiv êrişên xwe li ser Libnanê zêde kirin û hejmarek operasyonên mezin ên hewayî li nav axa Libnanê pêk anîn.
Piştî wan êrişan hewayî Îsraîlê jî di destpêka Çiriya Pêşîn de dest bi êrişa bejahî kir.
Her di wê demê de, Îsraîlê biryar da êdî encama 18 salan a sîxurî û îstîxbaratê pêk were.
Di wan 18 salan de bi rêya sîxur û amûrên elektronîk ve agahiyên pêwîst derbarê yek bi yek ên serok û endamên Hizbulahê ketin destê Îsraîlê.
Ji sekreterê giştî bigire heta digihîje serkirdeyên bilind û biçûktirîn fermandar zanyariyên hemûyan di destê Îsraîlê de hebûn.
Wisa lê hat ku îstîxbarata Îsraîlê wekî sîberê gav bi gav li pey wan bû, ji biçûk heya mezin, berî her kesî jî Hesen Nasralah.
Kêf û şadiya Netanyahu
Çend roj berî kuştina Nasralah efserekî îstixbarata leşkerî ya artêşa Îsraîlê cihê Nasralah eşkere dike û rayedarê xwe agahdar dike.
Pişt re Serokê îstixbarata leşkerî ya artêşa Îsraîlê hemû fermandarên di nava artêşê de dicivîne û daxwaz dike ku ramanên xwe derbarê kuştina Nasralah diyar bikin.
Hemû li ser wê yekê hemfikir dibin ku divê bê kuştin.
Bender gelekî hewl dide ku guhdariya ramaneke cuda bike lê kes ne li dijî wê nerîna giştî ye. Piştî wê, Bender biryarê dide ku here ba Fermandarê Giştî Herzi Halevi da ku ramanên wî jî bizane.
Fermandar Hertz Halevî jî planê pesend dike. Piş tre Bender, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bûyerê agahdar dike.
Netanyahu jî wek ku hingiv di qula darekê de dîtibe, bê dudilî mora pejirandinê lê ser biryarê dide.
Netanyahu wisa difikirî ku Nasralah ne tenê tenê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê ye, Nasraralah di nava baskên Îranê yên li herêmê fermandarê rêxistineke leşkerî ye.
Li gorî wan, Îran Nasralah ji bo nakokiyên herêmê bi kar dianî û biryar hat dayîn ku berî bê kuştin bê lawazkirin.
Lewma cara yekem Îbrahîm Eqîl, fermandarê hêza operasyonên taybet (Ridwan) ê Hizbulah tevî hejmareke fermandarên din ên bilind ên tevgerê di 20ê Îlonê de hatin kuştin.
Îbrahîm Eqîl destê rastê yê Nasralah bû.
"Quretî û şerxwaziya Nasralah"
Piştre di 23yê Îlonê de, serleşkerê artêşê şerekî mezin li dijî Libnanê dest pê kir û bi sedan êrişên mezin ên hewayî li ser baregehên Hizbulahê pêk hatin.
Ew êriş gelekî nihênî bûn. Li gorî artêşa Îsraîlê, bi van êrişan karîn ji sedî 80yê şiyana êrişkirina Hizbulahê ji holê rakin û hejmareke mezin ji fermandarên wê jî bikujin.
Nûçegihanê leşkerî yê malperê "Wala"yê Emîr Behbût ku raporek li ser vê mijarê weşandiye û gotiye:
"Nasralah ji îşaretên van êrişên bihêz û berdewam fêm nekir û israr kir ku Libnanê bi Xezeyê ve girê bide.
Ew Nasralahê ku xwe wekî pisporê herî mezin ê Îsraîlê û awayê ramana wê dizanî, di quretî û serkeşiyê de xeniqîbû.
Wekî çawa berpirsên ewlehiyê yên Îsraîlê beriya êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan di quretî û serkeşiyê de xeniqîbûn.
Nasralah çaverê nedikir ku bê kuştin, di demekê de ku efserên îstixbarata leşkerî biryara kuştina wî dabûn û bi hemû hêza xwe li pey wî bûn, bi awayekî ku bingehên Hizbulahê bombebaran dikirin, da ku wî ji rê eşkere bikin ku ew, ne ew kes e ku dixwazin bikujin."
"Firseta zêrîn ji bo Îsraîlê"
Çend rojan beriya kuştina wî, Îsraîlê cihê Nasralah ê rast zanibû, dizanî ji kîjan tunêl û li ser erdê ji kû tê û diçe kû derê.
Îsraîlê pêşbînî kir ku Nasralah dê biçe baregeheke bin erdê ku di dirêjahiya salên borî de, ji wir serperiştiya şer û operasyonên girîng ên Hizbulahê dikir.
Baregeh di bin komplekseke avahiyan de bû ku ji 20 avahiyên bi hev ve girêdayî pêk dihat li taxeke xweş a başûrê Beyrûtê.
Îsraîlî gihîştin wê biryarê ku ev "firseteke zêrîn e û zehmet e ku dubare bibe."
Îsraîl di asta herî bilind a îstixbaratî, leşkerî û siyasî de 4 rojan ket dû Nasralah.
Herzi Halevi biryara kuştina Nasralah da bû fermandarê hêza esmanî û Netenyahu bi xwe jî tevlî civîna dawî bûbû.
Ji bo bicîhanîna planê, 14 balafirên şer hatin amadekirin û 83 bombe pê ve hatin girêdan ku giraniya wan a giştî 80 ton bû.
"Divê ti kes bi zindîti dernekeve"
Biryar hat dayîn ku roja 27ê Îlona 2024an, saet 06:21ê êvarê, di dema bangê êvarê de cihê Nasralah bê bombebarankirin.
Di tenê 10 çirkeyan de, operasyon temam bû. Avahî hilweşiyan. Mûşekên ku tûnelan ji holê radikin çaleke mezin çêkir.
Hemû derdor hat bombebarankirin da ku kes bi zindîtî dernekeve.
Bombebaranê çend rojan berdewam kir da ku tîmên rizgarkirinê nikaribin kesî rizgar bikin. Biryar ev bû "Divê kes ji wan bi zindîtî dernekeve."
Termê Nasralah, hejmarek fermandarên Hizbulahê û generalekî Îranî ji kûrahiya 12 metrayan hatin derxistin.
Îstixbarata Îsraîlê bawer dike ku Nasralah û generalê Îranî ne ji ber lêketina tiştekî mirin lê belê ji ber gaz û dûmana mûşekan fetisîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse