Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterekî AK Partiyê diyar kir, her kes hêvî dike ku “pêvajoya aştiyê” encamên baş bi xwe re bîne û Serokkomar biryar daye ku bê şert û merc destê biratiyê dirêjî her kesî bike.
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî jî got, “Xala herî girîng a peyama Ocalan ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan Parlamentoyê nîşan dide.”
Parlamenterê Mêrdînê yê AK Partiyê Faruk Kiliç bû mêvanê bernameya Rûdawa Îro û pirsên Nwêner Fatih bersivandin.
Parlamenterê Mêrdînê yê AK Partiyê Faruk Kiliç got:
“Şer û rijandina xwînê welat wêran kir, niha em hêvî dikin ku di demeke kurt de ev hewlên aştiyê encamên baş bidin.
Erdogan ji bo xurtkirina biratiya Kurd û Tirkan dixebite û bi nêrîneke dewletdarî hewl dide pirsgirêkan çareser bike.”
Kiliç piştî civîna şandeya DEM Partiyê û Abdullah Ocalan a li ser pirsa çareseriya pirsgirêka Kurdan anî ziman ku di Parlamentoya Tirkiyeyê de civîn û danûstandin li ser vê mijarê berdewam in.
Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldanê û Sirri Sureyya Onder pêk tê li gel Ahmet Turk li ser daxwaza Abdullah Ocalan bi aliyên Tirkiyeyê û rêxistinan re dicivin.
Doh şandeya DEM Partiyê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.
Parlamenterê AK Partiyê derbarê helwesta aliyên di nav Parlamentoya Tirkiyeyê de li hemberî peyama dawî ya Abdullah Ocalan û nêrîna wan a li ser destpêkirina gotûbêjên aştiyê got:
“Li vir tiştê girîng ew e ku Ocalan dibêje, bi ya min Ocalan berê jî dixwest ev xwîn bisekine, di pêvajoya çareseriyê ya berê de jî helwesta wî ev bû lê guh nedanê.
Di rewşa niha de ez dibêjim gelê Kurd dê peyamên Ocalan li erdê nehêle û dê bibe sedem ku ev xwînrijandin bisekine.
Hemû alî jî piştgiriya çareserkirina pirsgirêkan bi rêya aştiyê dikin û ti alî naxwaze nakokî û şer û alozî berdewam bikin.”
Parlamenterê Mêrdînê yê AK Partiyê Faruk Kiliç ku ji Enqereyê beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû anî ziman:
“Tirkiye çareseriya pirsgirêka Kurdan wekî berpirsyariya xwe dibîne û her kes jî li ser wê yekê hemfikir in ku di çarçoveya dewleta Tirkiyeyê de mafên her kesî parastî û rêzlêgirtî bin.”
“Hîn zû ye ku mirov behsa efûya giştî bike”
Parlamenterê Mêrdînê yê AK Partiyê Faruk Kiliç da zanîn:
“Hîn zû ye ku mirov behsa efûya giştî bike û pêwîst e em bibînin ka gavên aştiyê û danûstandin çawa bi rê ve diçin.
Tirkiye wekî dewlet û Serokkomar jî bi ramana dewletdariyê dê hemû rêyan bigirin ber xwe ji bo lihevhatinê û çareserkirina pirsgirêkan.”
Piştî ku roja 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an şandeyeke DEM Partiyê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiya, tê xwestin ku li gel hemû aliyên di nav Parlamentoya Tirkiyeyê de bicivin û di vê çarçoveyê de şande bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Serokê MHPyê re civiya û roja duşemê dê bi aliyên din re jî bicive.
Her çend piştî her du civînên şandeya DEM Partiyê ti daxuyanî derbarê naveroka civînan de nehat belavkirin jî tê gotin ku di civînan de daxwaz û amadekariyên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê li gel partiyên siyasî tên behskirin.
Ocalan bi rêya şandeyê çend peyam ji aliyên siyasî yên Tirkiyeyê re şandin û amadekariya xwe jî nîşan da ji bo gavên erênî û bangewaziyên pêwîst.
Yek ji xalên peyama Ocalan ew bû ku “ji bo serkeftina pêvajoyê, divê hemû aliyên siyasî bêyî ku guh bidin danûstandinên teng û demkî pêşengiyê bikin, bi awayekî avaker tevbigerin û piştgiriya erênî pêşkêş bikin ku yek ji girîngtirîn qadên vê piştgiriyê Parlamento ye.”
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî derbarê nîşandana Parlamentoyê di bernameya “Rûdawa Îro” de anî ziman:
“Nîşandana parlamentoyê ya ji bo çareseriya pirsgirêkan xala herî girîng a peyama Ocalan e.
Ew dixwaze bingeheke qanûnî hebe ji bo çareseriya pirsgirêkan.”
“PKK û Ocalan niha di nava dewleta Tirkiyeyê de çareseriyeke demokratîk dixwazin”
Devlet Bahçelî sala borî du caran xwest ku Abdullah Ocalan here parlamentoyê û banga “danîna çekan” û “hilweşandina” Partiya Karkerên Kurdistanê bike.
Li gorî Ziryan Rojhilatî, rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê yek ji sedemên pêşhatên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got:
“Sala 2015an ji ber bûyerên li Rojavayê Kurdistanê pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê hat sekinandin, niha jî bi heman awayî ji ber rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê careke din qonaxeke nû ya diyalog û hewldanên aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serî hildaye.”
Ziryan Rojhilatî ku pispor û şarezayê rewşa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye anî ziman:
“Xuya nake ku di vê qonaxê de mafên Kurdan di destûra Tirkiyeyê de bên behskirin lê tê hêvîkirin ku Tirkiye razîbûnê nîşan bide ji bo zêdekirina desthilatên şaredariyan û bicihanîna cureyekî sîstema navendî ya neragihandî wekî beşek ji lihevkirina dewletê ya bi PKK û Ocalan re.”
Ziryan Rojhilatî her wiha got:
“PKK û Ocalan niha di nava dewleta Tirkiyeyê de çareseriyeke demokratîk dixwazin ku û aliyên din ên Tirkiyeyê jî pirsgirêkên wan bi vê cureyê çareseriyê re nînin.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç roja înê da zanîn ku şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de rastî gelek zehmetiyan hatine û got, “Em di destpêka Tirkiyeyeke bê teror de ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse