Hewlêr (Rûdaw) – Duran Kalkan got, “Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têkbirina Komploya Navneteweyî gelekî nêzîk bûye. Em dê di sala 27an de têkoşîneke bibandor û berfireh bimeşînin, em dê teqez bi ser kevin.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yek ji rojevên germ “pêvajoya aştiyê” ye.
Li aliyekî desteserkirina siyasetmedarên Kurd û danîna qeyûman û li aliyê din jî hevdîtinên Heyeta Îmraliyê hene û tê gotin ku Abdullah Ocalan dê “bangeke dîrokî” bike.
Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtinên bi Ocalan û aliyên cuda yên siyasî re hat Başûrê Kurdistanê û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.
Li gorî daxuyaniyan Heyet dê careke din here Îmraliyê û encamên van hevdîtinan bi Ocalan re parve bike.
Di medyayê de gelekî hatibû bilêvkirin ku Ocalan dê banga xwe 15ê Sibatê bike lê ev pêk nehat.
Endamê Komîteya Birêvebir a PKKyê Duran Kalkan got ev mijar Medya Haberê nirxandin.
"Peyam ne ji ber me bi derengî ket"
Duran Kalkan diyar kir ku “derengketîna peyamê” ne ji ber wan e û got:
“Di vê mijdarê de hinek agahî çêbûn. Em jî vê mijdarê dişopînin. Bi rastî hin alî bi awayekî şênber axivîn û wan bi zelalî got ku dê daxuyanî 15ê Sibatê bê dayîn.
Ev yek di nava raya giştî de belav bû lê belê 15ê Sibatê derbas bû û daxuyaniyeke bi vî rengî çênebû. Çima ev rewş çêbû em jî nizanin û hewl didin fêm bikin.
Tiştê ku em dizanin û dixwazin bibêjin, ev rewş teqez ji ber me qewimî. Yanî astengkirin û taloqkirin ji aliyê tevgera me çênebû.
Ji aliyê kê ve çêbû û çima wisa bû em dê di demên pêş de fêm bikin lê ger soz bidin û dawiyê encameke bi vî rengî derkeve holê nexweş e. Divê wisa nebûya.
“Rêber Apo name şandiye”
Demên dawî ji hevdîtinên bi Rêber Apo re em agahdar bûn. Rêber Apo name şandiye. Hevalan ev yek eşkere kir.
Tiştê ku agahiya me jê çûbê ew e ku Rêber Apo li ser çareserkirina Pirsgirêka Kurdan, li ser bingeha azadiyê demokratîkkirina Tirkiyeyê û di siyasetê de guhertin û veguhertina dewleta Tirkiyeyê û civakê pir zelal e û bi biryar e. Di agahiyên ji me re hatin de me ev yek dît.
Em her tim dibêjin heta niha em li gorî biryarên Rêber Apo tevgeriyan û teqez dê ji niha pê ve jî helwesta me wiha be.
Em bi biriyar in. Ez dikarin vê bibêjim, hinek aliyên dijber hene û dixwazin asteng bikin. Ew çi dikin bila bikin û ji kerba biteqin jî dê azadiya Kurdan misoger bibe û Tirkiye demokratîk bibe.
Yên dixwazin li pêşiya azadiya Kurdan, demokratîkbûna Tirkiyeyê bibin asteng û hewl didin di navbera gelên Kurd û Tirk nakokî û şer derxin dê têk biçin.”
Kalkan amaje bi hevdîtinên Heyeta Îmraliyê yên li Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku ew van hevdîtinan girîng dibînin.
“Azadiya Rêber Apo gelekî nêzîk e”
Duran Kalkan îsal bi rengê “sala fînalê” bi nav kir û li pey çû:
“Têkoşîna li hemberî Komploya Navneteweyî veguherî tevgera demokrasî û azadiyê. Ev têkoşîn di sala 27an de dê xurttir bibe, berfireh bibe û kûrtir bibe.
Em dixwazin di sala 27an de encamê bigirin. Me jê re got, sala fînalê. Têkoşîna sala 27an dê bibe sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Armanca me ev e.
Divê teqez em şertên Rêber Apo yên ku azad bijî û kar bike pêk bînin. Armanca me ya sala 27an a li hemberî Komploya Navneteweyî ev e.
Divê gelê me, jin, ciwan û hemû welatparêzên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn, dostên me yên şoreşger û mirovahî vê hedefê bi vî awayî bibînin.
Bi rastî jî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têkbirina Komploya Navneteweyî gelekî nêzîk bûye.
Em dê di sala 27an de têkoşîneke bibandor û berfireh bimeşînin, em dê teqez bi ser kevin. Armanca me ya sereke ev e û divê her kes xwe li vê armanca bigire.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse