Atîlla Aytemur: Gelek sedem hene ku mirov bi hêvî bibe

05-03-2025
RÛDAW
Nivîska û lêkoler Atilla Aytemur / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nivîska û lêkoler Atilla Aytemur / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Atîla Aytemur Pêvajoya Nû Banga Ocalan PKK Devlet Bahçelî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîska û lêkoler Atîlla Aytemur got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê gelek sedem hene ku mirov bi hêvî bibe."

Nivîskar û lêkoler Atîlla Aytemur di bultena Rûdaw TVyê de ku ji aliyê Hêvîdar Zanayî ve hat pêşkêşkirin, pêvajoya nû ya Tirkiyeyê nirxand.

Atîlla Aytemur diyar kir ku ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê gelek sedem hene ku mirov hêvîdar be.

Aytemur bal kişand ser wê yekê ku ev pêvajo ji aliyê muxataban û eleqeya raya giştî ve ji yên demên berê cudatir e û bi taybetî tekez kir ku helwesta Serokê MHPyê Devlet Bahçelî gaveke girîng e.

Bi gotina Aytemur, çareserî nikare tenê li ser aliyekî bê barkirin û divê hikûmet, aliyê Kurdan û CHP jî di pêvajoyê de cih bigirin.

Aytemur bi bîr xist ku PKK nîşaneyên guherînê di rêbaza têkoşînê de hene û diyar kir ku bi danîna çekan re dewlet dikare gav bi gav bi reformên destûrî pirsgirêkê çareser bike.

Aytemur da zanîn ku Tirkiye di pêvajoya aştiyê de rêyeke xweser dişopîne û divê pêvajo bi demê re bê hezmkirin û bi pêş bikeve.

“Çend sedem hene ku mirov bi hêvî bibe”

Li ser pirsa "Gelo di vê pêvajoya nû de em hêvîdar bin ku pirsgirêka Kurdan dê li Tirkiyeyê bi temamî were çareserkirin?" Atilla Aytemur bi vî rengî bersiv da:

"Bi ya min ji bo em bi hêvî bibin gelek sedem hene. Vê carê awayê nêzîkbûna pêvajoya aştî û çareseriyê, him ji aliyê muxataban ve û him jî ji aliyê eleqeya civakê ve têra xwe sedeme hene ku hêviyan xurt bikin.

Yanî eger em eşkere bibêjin dema ku mirov li mînakên cîhanê jî dinêre, Tirkiye ji bo çareserkirina vê pirsgirêka xwe ya taybet, rêyeke bi baldarî, bi tedbîr û bi rêzgirtina li hemberî hestyariyên her alî re dimeşîne.

Ji vî aliyî ve, bi ya min têra xwe sedem hene ku mirov bi hêvî bibe.

Nemaze dema mirov li helwesta aktorên vê mijarê dinêre, mînak helwesta ku ji 1ê Çiriya Pêşîn û vir ve ji aliyê Devlet Bahçelî ve tê nîşandan, bi serê xwe gavek e ku girîngiya wê gelekî mezin e.

Ew gaveke girîng temsîl dike. Ji ber ku ew nûnerê kevneşopiyeke neteweyî ya kûr a Tirkiyeyê bû.

Hestyariyên vê kevneşopiyê tên zanîn lê berevajî wê, me vê carê dît ku destpêka herî girîng, gavên herîn girîng ên vê mijarê ji aliyê Birêz Devlet Bahçelî ve hatin avêtin.

Ji vî aliyî ve ev bi serê xwe jî nîşan dide ku ev bipêşketinek e ku divê em bi baldarî û bi hêvî lê binêrin.”

“Divê CHP tevlî pêvajoyê bibe”

Atilla Aytemur li ser pirsa "Xwediyê vê projeyê Devlet Bahçelî ye? Yan jî hikûmet û dezgehên dewletê jî tê de ne?" wiha got:

"Na, xwediyê vê projeyê ne Devlet Bahçelî ye lê Bahçelî roleke gelekî girîng dilîze.

Eger em li xwediyê vê projeyê bigerin divê em bi desthilatê re û bi aliyê Kurdan re bi hev re bifikirin.

Heta ku divê em muxalefetê jî tevlî vê bikin. Yanî ez bi piranî behsa CHPyê dikim.

Dema ku em helwesta CHPyê ya li hemberî pêvajoyên aştî û çareseriyê yên di demên berê de û ya niha li ber çavan bigirin, em dibînin ku CHP jî bi gavên gelekî baldar, piştgiriyê dide vê pêvajoyê.

Ji ber vê, bi min nîqaşên li ser malkirina vê pêvajoyê bê weta ne.”

"Dewlet dikare pirsgirêka sed salî gav bi gav çareser bike"

Atilla Aytemur pirsa "PKK dibêje ew dê xwe biguherin, partiyên xwe fesih bikin û li ser bingeheke din dê têkoşîna xwe bidomînin. Gelo dê di siyaseta dewleta Tirkiyeyê de guherînek çêbibe?" bi vî awayî bersivand:

"Helbet ne mumkin e ku mirov bi awayekî din bifikire. Lê belê ji bo vê yekê ne rast e ku mirov yekser hemû tiştên li ser maseyê birijîne.

Divê ev tişt bi demê re û bi awayekî ku bêne hezmkirin bên pêkanîn.

Îro rêya bêdengkirina çekan hatiye tercihkirin û bi saya vê hemû damarên ku hatine girtin em dikarin wan vekin.

Bi ewlebûna ku ev dê bide, parlamento, alî û rêxistin dê karibin gavên wêrek ên ku ji wan tên xwestin biavêjin.

Wekî mînak, daxuyaniya ku PKKyê daye nîşan dide ku ew li pişt vê projeyê disekine, xwe bi banga ku Ocalan kiriye ve girê daye û dê li gorî nîşandayina wî tevbigere.

Hinek erkên dewletê jî hene. Dibe ku dewlet jî bi awayekî qanûnî û destûrî bi demê re bi rêya bicihkirina van hemû tiştan gav bi gav pirsgirêka sed salî çareser bike.

Îro ev atmosfer hatiye afirandin. Bê guman mirov dikar bifikire ku li pişt vê hesabeke din, bazareke din û û fikirîn din hebe lê sûda vê nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst