Libnan: Em nikarin koçberên Sûriyeyî vegerînin

03-10-2023
RÛDAW
Nîşan Libnan Koçberên Sûriyeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Libnanê ragihand ku li gorî biryara navdewletî koçberên Sûriyeyî li welatê wan nayên vegerandin.

Wezîrê Karên Derve yê Libnanê Ebdullah Bû Hebîb li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ragihand, ji ber ku Neteweyên Yekbûyî diyar kiriye Sûriye hîn jî ne welatekî ewle ye, li gorî biryara navdewletî koçberên Sûriyeyî li welatê wan nayên vegerandin.

Sibata borî jî Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed ji şandeke Libnanî re gotibû, ji ber gundên wan wêran bûne zêde zehmet e koçber vegerin.

Herwiha Esed diyar kiribû ku ji ber nebûna alîkariyên welatên Ereb û navdewletî bo jinûavakirinê vegera koçberên Sûriyeyî ne di cihê xwe de ye.

Li gorî amarên Hikûmeta Libnanê, nêzîkî 2 milyon koçberên Sûriyeyî li ba wan hene.

Herwiha ji ber rewşa aboriyê ya xirab a li Sûriyeyê xelkê vî welatî rojane berê xwe didin Libnana cîran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst