Koçberên Sûriyeyî di navbera veger û manê de mane

16-12-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Koçberên Sûriyeyî yên vedigerin welatê xwe /Wêne Rûdaw
Koçberên Sûriyeyî yên vedigerin welatê xwe /Wêne Rûdaw
Nîşan Koçberên Sûriyeyî Veger Sûriye
A+ A-

Hatay (Rûdaw) - Vegera koçber û penaberên Sûriyeyê ya ji bo welatê xwe berdewam e lê belê hinek koçber di navbera veger û manê de mane.

Li gorî amara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê heta roja 13ê mehê 7 hexzar 621 koçber ji Tirkiyeyê vegeryane Sûriyeyê.

Lê yên ku ji ber kar û barên xwe heta niha plana vegerê nekirine û li pêşiya wan veger xuya nake jî hene.

Koçberê Sûriyeyî Emer Rişvanî got, "Ez niha li vir dixebitim, ji ber vê yekê divê ez karê xwe li vir paqij bikim, paşê em dê vegerin welatê xwe.

Zarokên min li vir dixwînin, dema xwendina xwe bi dawî bikin, bi îzna Xwedê em dê vegerin welatê xwe."

"Em dê teqez vegerin Sûriyeyê"

Koçberê Sûriyeyî Muhemmed Rişvanî jî wiha axivî:

Ez li dikana bavê xwe dixebitim. Karê kulekan dikîn. Em dê teqez vegerin Sûriyeyê.

Lê niha em nikarin, ji ber ku tiştên bavê min di dikanê de mane û şikir ji Xwedê re em baş in.

Em li Reyhaniyeyê dijîn. Ez di Beşa Rêveberiya Werzîşê de xwendekar im."

Ehmed Recep jî ku xelkê Îdlibê ye niha nikare vegere bajarê xwe.

Ji ber ku ev nexweşê şekir e û lingekî wî hatiye birîn û neçar e ku ji bo wergirtina xizmeta tenduristiyê li Tirkiyeyê bîmene.

"Veger ji bo min ne guncaw e"

Koçberê Sûriyeyî Ehmed Receb sedema ku naxwaze vegere wiha anî ziman:

"Veger ji bo min ne guncaw e, ji ber ku min neqla gurçikê kiriye û pêwîstiya min bi lênêrîn û dermankirinê heye.

Ez berdewamî serdana nexweşxaneya Dîlokê dikim. Li Sûriyeyê derman bi destê me nakeve û bihayê wê gelekî bilind e.

Li vir her meh dermanê belaş ji min re tê dayîn. Ji ber vê yekê em dê bimînin û bibînin ka çi dibe. Eger Xwedê bixwaze em dê vegerin."

Piraniya koçber û penaberên Sûriyeyî yên ku niha di niyeta vegerê de nînin xwedî kar in û ew nikarin bi yekcarî kar û barên xwe bihêlin û biçin.

"Em dikarin di malên xwe de bi aramî bijîn"

Koçberê Sûriyeyî Mûsa Hemîm wiha axivî:

"Tenê daxwaza me ew e ku em vegerin ji ber ku mala me li wir e û divê em wê tamîr bikin û tê de bijîn.

Xizmên me bêyî ku bibin kirêdar dikarin vegerin wir. Em dikarin di malên xwe de bi aramî bijîn.

Li gorî amara fermî ya Wezarata Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 2 milyon û 938 hezar koçber û penaberên Sûriyeyî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst