Îranê eşkere kir: Serokê Hemasê çawa hat kuştin?

03-08-2024
Nîşan Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Heniye Hemas Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê awayê kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye eşkere kir.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye berê sibeha 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku li derveyî jûra ku lê dima teqînek çêbûye û ew bi guleyeke kurtavêj a 7 kîloyan giran hatiye kuştin.

Supaya Pasdaran diyar kir ku suîqast ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve hatiye kirin û got:

“Dê tolhildana Îranê bi hêz, di demeke guncav, li cihekî guncav û bi awayekî guncav be.”

Li hêla din, Berdevekê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari gotibû ku ne wan Îsmaîl Heniye kuştiye.

Çi bûbû?

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha ev angaşt qebûl nekirine.

Îsmaîl Heniye 6ê Gulana 2017an li şûna Xalid Meşal bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî merasîma sondxwarinê ya serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst