Li Îranê 12 polîs hatin kuştin

15-12-2023
Nîşan Îran Sîstan û Belûçistan Polîs Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê 12 polîs hatin kuştin.

Alîkarê Parêzgarê Sîstan û Belûçistanê Elî Riza Merhemetî ragihand ku îro êrişî bargeheke polîsan hatiye kirin û 12 polîs hatine kuştin.

Naveda Ragihandinê ya Polîsê Sîstan û Belûçistanê jî bûyer piştrast kir û got, “Terorîstan li qezaya Raskê bi xayîntî êrişî baregeha polîsan kir.”

Li gorî medyayê Îranê, grûpa “Ceyşuledl”ê ku grûpeke çekdar a Belûçan e ji vê êrişê berpirsiyar e.

Li aliyê din, heta niha ti aliyî berbirsiyariyê vê êrişê li xwe negirtiye.

Li aliyê din, ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê da zanîn ku di vê êrişê de 11 polîs hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst