Libnanê di salekê de 1080 koçberên Sûriyeyî dersînor kirine

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Libnan Koçberên Sûriyeyî Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Wisûlê ya Mafên Mirovan (ACHR) ragihand ku sala 2023yan hezar û 80 koçberên Sûriyeyî ji Libnanê hatine dersînorkirin.

Navenda Wisûlê ya Mafên Mirovan (ACHR) di rapora xwe de ragihand ku sala 2023yan 1080 koçberên Sûriyeyî ji aliyê Asayîşa Giştî, artêş û Îstixbaratê Libnanê ve hatine girtin û bi zorê hatine dersînorkirin.

Heman rapor eşkere dike ku di navbera salên 2019an û 2022yan de, tenê 763 koçberên Sûriyeyî ji Libnanê hatibûne dersînorkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, ji ber rewşa aborî û ewlehiyê ya xirab û tevlîheviya li dijî koçberên Sûriyeyî li Libnanê, niha wan koçberan berê xwe daye Ewropayê.

Hêzên deryayî yên artêşa Libnanê Kanûna Pêşîna 2023yan belemeke ku 110 koçber tê de bûn û ji bajarê Trablûsê derketibû dest danîbû ser.

Di meha yekem a 2024an de jî belemeke ku 60 koçberên Sûriyeyî tê de bûn ji Libnanê derketibû û piştî 6 rojan ji aliyê hêzên deryayî yên Qibrisê ve hatibûn dîtin, ew piştre veguhestin nexweşxaneyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst