LIBNAN – Koçberên Sûriyeyî tên kuştin, şkence li wan tê kirin

14-06-2024
Welîd Mihemed Ebdulbaqî  / Wêne: Ji ber dîmenan
Welîd Mihemed Ebdulbaqî / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Libnan Koçber Sûriyeyî Şkence Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koçberên Sûriyeyê yên ku li Libnanê dimînin rastî şkenceyê tên û carinan tên kuştin.

Gelek koçber ji ber tade û caresiyê neçar dimînin ku dîsa vegerin Sûriyeyê.

Yek ji wan koçberan jî Welîd Mihemed Ebdulbaqî ye ku ji Libnanê vegeriyaye Îdlibê.

“Navenda îstixbaratê ya Seydayê navenda hovan e”

Kurê Welîd Mihemed Ebdulbaqî li bajarê Seydayê yê Libnanê hatiye kuştin û ew wiha behsa bûyerê dike:

“Her sê tiliyên wî şikandibûn. Laşê wî tiji deqên reş û şîn bûn.

Berî bimire ji birayekî xwe re gotibû ku bi karebayê şkence lê hatiye kirin.

Her ku ez nimêj dikim û nifiran li wan dikim. Navenda îstixbaratê ya Seydayê navenda hovan e, navenda çeteyan e, ji çeteyên Beşar Esed xirabtir in.”

Piştî ku kurê wî hat kuştin Welîd Mihemed Ebdulbaqî û malabata xwe ji Libnanê reviyan, wan rêyên zêde asê qut kirin heta ku gihiştin Îdlibê.

“Kurê min ê 11 salî du rojan av venexwar”

Welîd Mihemed Ebdulbaqî li ser wê rêwitiya dûr û dirêj got:

“Em bi deyn hatin, niha ez bi hezar û 200 dolarî deyndar im. Min hezar 100 dolar da.

Em hefteyekê di bin metirsî û tirsê de bi rê de man.

Kurê min ê 11 salî du rojan av venexwar, em 12 demjimêran meşiyan. Me çiya, newal û çem qut kirin.”

Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û HRW bi dengekî bilind dibêjin ku Sûriyê ne welatekî ewle û aram e û êdî bila venegerin.

Lê koçberên li Libnanê du nav du metirsiyan de asê mane, tenê gulana borî û 41 koçberên Sûriyeyî ji Libnanê vegeriyane Îdlibê.

“Sûriye ji bo vegerê ne ewle ye”

Lêkolerê Human Rights Watchê (HRW) Remzî Qeys diyar kir ku Sûriye ji bo vegerê ne ewle ye û pê de çû:

“Helwêsta me ew e ku hemû Sûriye ji bo vegerê ne ewle ye.

Hesteke giştî heye ku yasa nîne û tawankarî li seranserê herêmê dibe, heta li deverên li derveyî kontrola rejîmê jî xelk ewlehiyê nabîne.

Gelek kes vedigerin û dibînin ku malên wan wêran bûne yan nemane.”

Li gorî Hikûmeta Libnanê, li welatê wan zêdeyî du milyon koçberên Sûriyeyî dimînin.

Hikûmeta Libnanê, beşek ji xelkê û çend aliyên aliyên siyasî dixwazin koçbderên Sûriyeyî ji welatê xwe bişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst