Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ji Rûdawê re: Di 2023yan de 529 Îraqî hatin dersînorkirin

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Dersînorkirin Îraqî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku wan ji destpêka sala 2023yan heta dawiya meha Çiriya Paşînê 529 koçberên Îraqî dersînor kirine.

Ji kesên hatin dersînorkirin tenê 210 kes ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê hatine şandin.

Çend roj berê medyaya Almanî nivîsîbû ku Berlîn û Bexda li ser dersînorkirina koçberên Îraqî "bi dizî li hev kirine".

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şino ji Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê pirsa rêkeftina navborî û hejmara koçberên ku hatine vegerandin pirsî.

Wezaretê diyar kir ku Almanyayê derbarê koçberan de bi Îraq û ti welatekî Ewropayê re peymaneke veşartî nekiriye.

Wezaretê tekez kir ku Berlîn û Bexda ji bo şandina koçberên ku destûra rûniştina wan nehatiye qebûlkirin ji bo welatê ku jê hatine xwe vegerînin hevkariyê dikin.

Li aliyê din Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê da zanîn ku di navbera Kanûna Paşîn û Kanûna Pêşîna 2023yan de 529 Îraqî hatine dersînorkirin.

Herwiha wezaretê ragihand ku ji kesên hatin dersînorkirin tenê 210 kes ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê hatine şandin.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, hejmara kesên dersînorkirî ji hêjmara ku ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve hatiye dayîn zêdetir e.

Wezaretê di bersiva xwe de tekez kir ku koçber "di çarçoveya tedbîrên navneteweyî" ji welatên ku jê hatine re hatine şandin û di vê mijarê de "koordînasyona bi welatan re dê berdewam bike".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst