Festîvala Werzîşên Avê ya Behra Wanê dest pê kir

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Festîval Wan Werzîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê "Festîvala Werzîşên Avê ya Behra Wanê ya 11emîn" dest pê kir.

“Festîvala Werzîsên Avê ya Behra Wanê” ji bo nasandina Gola Wanê tê lidarxistin.

Di festîvalê de pêşana flyboardê, futbola plajê, voleybola plajê û pêşbirkên kelek, kano, bêrkêş, dragon, melewanî, bisiklê, trambolîn û kaşûna avê hatin kirin.

Festîvala ku eleqeyeke mezin dibîne dê sibê jî bidome.

Ew festîval bi hevkariya Rêveberiya Werzîşê ya Wanê, Xizmetên Ciwaniyê û Şaredariya Artemêtanê li peravên Gola Wanê li Navenda Werzîşên Avê ya Artemêtan-Gebzeyê tê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst