Li Wanê veguhestina giştî %25 hat bihakirin

24-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bihayê veguhestina giştî ya nav bajêr bi rêjeya ji sedî 25 hat zêdekirin.

Navenda Hevahangî û Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê biryar da ku li Wanê bihayê veguhastina giştî bo minîbûs û otubusên bi plakayên H, M, V, T, S yên nav bajêr bi rêjeya ji sedî 25 bê zêdekirin.

Biryar ji îro û şûnde tê cîbîcîhkirin. Piştî biryara Şaredariya Wanê nirxê veguhastina giştî li nav bajar bi vî awayî ye: bilêtek tam a nav bajêr bo kesekî asayî bû 7 lîre 50 quruş, bilêtek a xwendekaran bo nav bajêr jî bû 6 lîre. Bilêta zanîngehê bo kesên asayî bû 9 lîre û bo xwendekaran jî 7 lîre û 50 quruş. Bilêtek bo nav zanîngehê jî bû 2 lîre û 50 quruş.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî bandorê li nirxê her tiştî dike,  bi taybetî nirxê sotemeniyê. Piştî ku Banka Navendî ya Tirkiyê biryara xwe ya faîzê ne li gor pêşbîniyan ji sedî 15 zêde kir, yek dolarê Amerîkî roja Înê 25 lîre û 70 quruş derbas kir. Ev yek jî bû sedem ku nirxê lîtreyek motorînê 23 lîre û 80 quruş û nirxê lîtreyek benzînê jî 24 lîreyan derbas bike ku ev yek ji sedemên serekî yê bihabûna nirxê veguhastinê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst