Nashville (Rûdaw) - Li bazarên bajarê Nashvilleyê yê eyaleta Tennesseeyê ya Amerîkayê ku wekî ‘Kurdistana Biçûk’ tê naskirin, berhemên Başûrê Kurdistanê berdest in û yek ji wan berheman jî tehîna Amêdiyê ye.
Ji bo nasandina berheman li Nashvilleyê merasîmeke biçûk hat lidarxistin û yek ji wan kesên ku alîkariya sereke ya anîna vê berhema Kurdî kiriye, Valarika ye.
Rêkxera anîna tehînê ya Amerîkayê Valarikayê got:
“Cara yekem ez sala 2012an çûm Kurdistanê, wan ji bo tamkirina tehînê ez birime Amêdiyê û min pêvajoya çêkirina wê dît.
Berhem pir bi dilê min bû, min zanîbû ku tiştekî bi vî rengî li Amerîkayê nîne.
Ya ku li vir hebû, kaltir bû û heman tam û reng nebû, lewma min ji bo malê dianî.
Her cara ku ez diçûm, min ji bo malê dianî.
Di dawiyê de derfeta min çêbû ku ez xwediyê berhemê bibînim, malbata Beyaz.
Wan dixwest berhemê xwe bînin Amerîkayê, me jî ji aliyê lojîstîkî ve alîkariya wan kir, me anî vir.
Ji aliyê bihayê ve guncaw bû, me dît ku pir bi dilê bazara Nashvilleyê bû.”
Di merasîmê de, ji bilî nasandina tehînê, bazarkirina simaqa Kurdistanê jî tê kirin ku niha her du berhem li bazarên Nashvilleyê berdest in û nimûneyan her duyan wek diyarî didin beşdaran.
Di qonaxa yekem de, 15 ton tehîn hatiye anîn, biryar e ku di paşerojê de berhemên din jî bibin û ne tenê li Nashvilleyê, li hemû bajar û eyaletên ku Kurd lê dijîn jî berdest bin.
“Em dê di paşerojê de zêdetir bînin”
Xwediyê berhema tehîna Beyazê, Dawid Mistefa Beyaz got:
“Berhema me tehîna Beyazê ye ku li Amêdiyê tê çêkirin, ji sedî sed xwemalî ye.
Vê carê me 15 ton aniye, bi alîkariya xwişka Valarikayê û bi alîkariya hikûmeta me.
Spasiya wan dikim ku alîkarê me bûn. Xwesteka li ser zêde ye û em dê di paşerojê de zêdetir bînin.”
Li Nashvilleyê nêzîkî 20 hezar Kurd dijîn.
Li gel tehîn û simaqê, çend berhemên din ên ji beşên Kurdistanê jî berdest in.
Biryar e ku di paşerojê de hem cureyê berheman û hem jî miqdarê berheman zêdetir bibin û Amerîka bibe navendeke mezin a bazirganiyê ya berhemên xwemalî yên Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse