Şewata li Mêrdîn û Amedê hat kontrolkirin: Hejmara mirî û birîndaran zêde bû

21-06-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Şewata li Mêrdîn û Amedê hat kontrolkirin / Wêne: Rûdaw
Şewata li Mêrdîn û Amedê hat kontrolkirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mêrdîn Amed Şewat
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de agir bi zeviyan ket.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdê 8 gundan belav bû.

Herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest da û 44 kes jî birîndar bûn.

Li gundên derdorê gelek şivan jî winda ne û kes nizane ka sax in an mirî ne.

Karwanê agirvemirandinê, makîneyên giran ên kar ber bi gundên navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê ve dikişin.

Agirê ku li gundê Kelekê dest pê kir, di demeke nêzik de erdên 7 gundan dan ber xwe.

Bi hezaran donim erdê ajotî bû xwelî

Di nava 2-3 demjimêran de bi hezaran donim erdê ajotî bû xwelî. Agir bi zehmetî be jî hat vemirandin.

Agirê ku gur bû, kezeba dayikan peritand.

Tenê ji gundê Herberê 3 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê di vî agirî de 5 kesan canê xwe ji dest daye, 44 kes birîndar in ku rewşa 10an giran e.

Êşa mirî û birîndaran ji girî û zêmarên dayikan xwe dida der.

“Em nizanin sax e yan mirî ye”

Dayika qurbaniyekî got, “ Îsmaîl Yardimci kurê min e. Em nizanin sax e yan mirî ye. Rê min nadin.”

Xizmeke din a qurbaniyan got, "Ma qey em ne guneh in lawo? Bila hema teyarê avek lê bikirana. Çiyayê me şewitîn, însanên me giş mirin. Ma qey kafirstanî ye?

Xizmeke qurbaniyan wiha axivî, “Ka kî ma? Giş sêwî man. Ê bê dê man, ê bê bav man, ne erdê wan ma, ne milkê wan ma.”

Xaleta qurbaniyekî jî got, “Yê mirî kurê birayê min e. Şewitî yabo. Çû pêşiya agir û şewitî. Di nava agir de şewitî.”

Li gorî şahidên bûyerê dema agir derketiye bablîsok rabûye û bahozê jî daye ser.

Ji ber vê yekê ev agir di demeke kurt li çend qadên berfireh zû belav bûye.

“Agir dora 30 metreyî firiya”

Xizmê qurbaniyan Ahmet Okra jî derbarê şewatê wiha got:

“Ba ji vî aliyî dihat. Di careke de ba zivirî, wekî bablîsokê çêbû, agir dora 30 metreyî firiya û hat li nava vî miletî ket.

Deh panzdeh heb însan hebûn. Ên reviyan, reviyan. Ev di nava agir de man.”

Agirê ku di navbera Amed û Mêrdînê de belav bû, piştî çend demjimêran hat kontrolkirin.

Lê tirsa mezin ew e ku hejmara miriyan di demên pêş de zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst