Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ajelan derman dikin

03-03-2024
RÛDAW
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ajelan derman dikin
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ajelan derman dikin
Nîşan Zanîngeha Dîcleyê Xwendekar Veterîner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hinek xwendekarên Fakuleteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hem perwerde dibin û hem jî ajelan derman dikin.

Ew xwendekar, her hefte 2 rojan di çarçoveya bernameyeke xwendinê de, diçin navenda rizgarkirina ajelan.

Navenda Rizgarkirin û Rehabîlîtasyonê ya Ajelên Kovî ya Amedê ji bo pîşeya wan xwendekaran derfeteke baş e ku tiştên bi teorîk ên di dersan de fêr dibin, bi pratîkî li ser ajelên navendê biceribînin.

Xwendekar di warî teorî û pratîkê de tên perwerdekirin

Alîkarê Rêveberê Navenda Rizgarkirin û Rehabîlîtasyonê ya Ajelên Kovî Prof. Dr. Alaeddîn Kaya got:

“Em li vê derê, di dersa pratîkî de li ser jiyana ajelên kovî hinek agahiyan didin xwendekaran.

Dema çareserî ji wan re hat kirin divê çi bikin û dê çi çarseriyê bidin wan?

Me derbarê vê yekê bi alîkariya mamosteyan zanyarî dan wan.

Ji bo naskirina ajelên kovî û midaxaleya ku ji bo wan bê kirin, hebûna navendeke wiha gelekî girîng e.”

Xwendekar her hefte rojên sêşem û pêncşeman di çarçoveya bernameyeke xwendinê de diçin navendê.

Xwendekar ajelên birîndar derman dikin

Li navendê hem perwerde dibin, hem jî çareseriya ajelên nexweş û birîndar ên kovî dikin.

Herwiha ajelên corbicor ên kovî jî dibînin ku heta niha zindî nedîtîne û ji nêzîk ve çavdêriya wan dikin.

Xwendekarê Veterîneriyê Mehmet Can Eşgîn jî got:

“Ev bo me derfeteke pir baş e. Me di jiyana xwe ya pîşeyî de gelek ajelên kovî neditîne.

Bi vê bernameyê û vekirina van navendan em derfetê dibînin ku di vî warî de kar bikin.

Em di jiyana xwe de rastî gûr, bîm an jî leglegekê nehatine.

Bi saya vê navendê me derfet dît ku em midaxaleyî wan bikin û wan derman bikin.”

Li wê navêndê ji gûr, heta hirç, pezkovî, çûk û teyr zêdeyî 15 cor ajelên kovî yên birîndar û nexweş hatin dermankirin.

Berpirsên navendê dibêjin li hemû zanîngehên ku fakulteyên veterîneriyê lê hene navendên wiha nînin û ji ber vê yekê jî xwendekarên veterîneriyê yên li Amedê di pîşeya xwe de gavekê li pêş in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst