Êrişên li dijî saziyên Elewiyan li Amedê hatin şermezarkirin

01-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên Elewiyan îro li Amedê di daxuyaniyeke hevbeş de êrîşên hemwext ên li dijî saziyên Elewî yên li Enqerê şermezar kirin, û daxwaz kirin ku destên li pişt êrîşan bên eşkerekirin.

Êvara doh Şemiyê 30ê Tîrmeha 2022an li Enqerê cemxane û komeleyên Elewî rastî êrîşan hatin.

Êrîş di yekem roja Rojiya Miheremê de û bi awayekî hemwext hat kirin û êrîşî Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Cemxaneya Ana Fatma, Cemxaneya Şahê Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Tirkmen hat kirin.

Ji bo protestokirina wan êrîşan, îro li Amedê li ber deriyê Cemxane û Komeleya Pîr Sultan Abdal sazî û komeleyên Elewiyan daxuyaniyek hevbeş dan medyayê.

Weke piştgiriyekê nûnerên Partiya Kedê, Partiya Kerkerên Tirkiyê, Rêxistina HDPê ya li Amedê û herwiha Seroka Koma HDPê li parlamentoya Iraqê Meral Daniş Beştaş di dema xwendina daxuyaniya rêxistin û saziyên Elewî de li Amedê amade bûn.

Daxuyaniya hevbeş ji aliyê Federasyona Elewiyên Bektaşî, Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Federasyona Weqfên Elewiyan, Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî, Komeleyên Elewiyên Demokratîk, Komeleyên Çandê yên Elewiyan û Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal ve hatibû îmzekirin û ji aliyê Serokê Şaxa Amedê ya PSAKDê Aydin Atli ve hat xwendin.

“Em kujeran nas dikin!”

Aydin Atlî got: “Yên ku êrîşî giyanê me, cemxane û saziyên me dikin û van êrîşan plan dikin û bi rê ve dibin bila bizanibin; hûn dê nikaribin me ji têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê qut bikin. Ji ber ku em li hemberî zext, mêtingerî û her cure polîtîkayên şîdetê serî nadanin. Em li dijî şerxwazî û her zimanê şer in.

Atli, bang li gel kir ku saziyên Elewî û cemxaneyab biparêzin û li hemberî provokasyonan hişyar bin, ji hikûmetê xwest kesên li pişt êrîşan bên dîtin.

Di berdewamiya axavtina xwe de Atli got: “Cemxane îbadetxaneya bi milyonan Elewiyan e. Li wir ji ti kesî ji nijad, ziman, ol û rengê wî nayê pirsîn. Êrîşa li ser cemxaneyan rastî êrîşa li dijî toleransa gelên Anatolya û cîrantiya hezar salî ye. Em tenê li zalim û nîjadperestan derketine. Em êrîşa duh li 4 cihên cuda yên li paytexta vî welatî li dijî îbadetxaneyên Elewiyan pêk hatin bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin bê zanîn ku ji bo eşkerekirina hemû aliyên vê êrîşê em dê bi biryarî têbikoşin. Em hikûmetê careke din hişyar dikin; nêzîkatiya we ya biçûkxistinê ku cemxaneta nas nake û statuyeke destûrî nade wan û li ser elewiyan her cure polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmirovî dimeşîne, zemîna van êrîşan amade dike. Daxwazên me qebûl bikin û bila îbadetxaneyên me bibin xwedî statûyeke yasayî. Dest ji navendên baweriyên me berdin! Me pênase nekin, me nas bikin!”

Elewî ne zarokên jinbavê ne”

Piştî daxuyaniya hevpar Wekîla Serokê Firaksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş axivî û got, "Berpirsyarê van êrîşan hikûmeta ku civakê perçe dike ye."

Beştaş got, “Cemxane cihên îbadetê ne. Em qebûl nakin ku bi daxuyaniyeke ji rêze bibêjin ku 'provakasyonek e, me kesek destser kiriye' û weke ku bûyer qediya ye nîşan bidin. Li navenda Enqerê berpirsyarê êrîşeke bi vî rengî ne tenê provokatorek e bo wê derê hatibe şandin. Hikûmeta ku li vî welatî hewayê jehrî dike, guh nade daxwazên Elewiyan û cemxaneya wekî îbadetxane qebûl nake, berpirsyarê sereke yê vê yekê ye.”

Beştaş di heman demê de anî ziman ku "Elewî li vî welatî ne zarokên jinbavê ne û ew hemwelatiyên wekhev û azad in. Li ser vê axê hemû kes xwedî heman nirx in. Elewî ne hemwelatiyên rêza duyemîn ên vî welatî ne. Weke HDP em vê dibêjin; Em dê li dijî van êrîşan dengê we bilind bikin. Divê di zûtirîn dem de berpirsên vê bûyerê bên dadgehkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst