Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Êlih, Çewlig, Şirnex û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê rêya 93 gund û mezrayan ji ber berfê hat girtin.
Li parêzgeha Êlihê ji ber barîna berfa zêde û pûkê rêya 62 gund û mezrayan hat girtin û kar û xebatên vekirina rêyan berdewam in.
Her wiha li navçeyên Elkê û Qilebanê yê parêzgeha Şirnexê jî rêya 1 bajarok, 2 gund û mezrayekê hat girtin.
Li navçeyên Berwarî û Xizxêr ên Sêrtê jî rêya 12 gund û mezrayan ji ber berfê hatiye girtin.
Li parêzgeha Çewligê jî rêya 15 gund û mezrayan ji ber berfa zêde hatine girtin û karûbarên vekirina rêyan berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse