Li Mûş, Sêwaz û Bedlîsê berfê rêya 1058 cih û waran girt

25-11-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Girtina Rêyên Gundan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mûş û Bedlîsê berf barî û rêya 154 cih û waran hat girtin.

Pêleke berfê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe û bandoreke nerênî li jiyana rojane dike.

Li Mûşê duh êvarê berfê lêkir û li navenda bajêr stûriya berfê derket 10 santîman rêya 70 gundên çiyayî hatin girtin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku rê dê demeke herî kurt werin vekirin û ekîban dest bi xebatê kir.

Li taxa Kaleyê rêncberên ku cotkariyê dikin jî li ber gomên xwe alif da heywanên xwe.

Bedlîs

Li Bedlîsê berfa ku ji nîvê şevê vir ve dibare, tengasî da kişandin.

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku berfê rêya 84 gundan girt.

Kurtkan diyar kir, ji bo vekirina rêyan xebatê dest pê kir.

Esnaf û welatiyan berfa pêşiya xanî û kargehên xwe avêt.

Sêwaz

Li Sêwazê jî ji ber berfê rêyên gelek gundan hatin girtin.

Birêvebiriya Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr ragihan ku li parêzgehê bi giştî rêya 906 gundan ji ber berf û bagerê hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê tîmên pêwendîdar ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Colemêrg

Li navenda bajêr û li navçeya Geverê bişev baranê dest pê kir û hîn jî dibare.

Li deverên bilind jî berf ket. Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû û rayedaran hişyarî da xelkê û şofêran ku baldar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst