Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêya 287 gundan hat girtin

29-12-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê Girtina Rêyên Gundan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Mûş û Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê rêya 287 gundan hatiye girtin.

Li gorî daxûyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li parêzgehê berfeke zêde dibare û ji ber vê yekê li 68 gund û 95 gundikan rê hatiye girtin.

Her wiha Rêveberê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Bedlîsê jî diyar kir ku bê navber berf dibare û di encam de rêya 58 gundan hatiye girtin û bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kiriye.

Li parêzgeha Mûşê jî rêya 55 gundan girtî ye û Rêveberiya Îdareya Taybet ragihandiye ku bi 50 makîneyên kar û 65 karmendan dest bi vekirina rêyan kiriye û dê xebatên wan berdewam bin.

Li Colemêrgê jî rêyên 11 gund û 40 mezrayan hatine girtin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst