Li Erziromê qeza: 3 kes mirin

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Erzirom Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Oltiyî ua Erziroma Bakurê Kurdistanê otomobîke wergeriya û ji heman malbatê 3 kes mirin.

Otomobîla ku şofêrê wê Arîf O. li ser rêya Erzirom û Erdexanê welgeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, tenduristî û cendirme çûn cihê qezayê.

Hat tesbîtkirin ku şofêr û hevjîna wî Nagehan O. li cihê qezayê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê Tugçe O. ya ku birîndar bû veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Oltiyê.

Tevî  hemû hewldanan Tugçe O. ji mirinê nefilitî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst