Li Sêwaz û Erziromê qeza: 9 kes birîndar bûn

11-06-2024
RÛDAW
Nîşan Erzirom Sêwaz Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Erziromê di qezayeke trafîkê de  5 ciwan birîndar bûn.

Li Sêwazê jî dû otomobîl li hev qelibîn û di wê qezayê de jî  4 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan îro, li taxa Hûseyîn Avnî Ulaşê ya Erziromê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 5 ciwanên bi navên E.D. (16), T.D. (16), A.G.A. (16), M.E.A. (16) û  Y.Y.A. (18) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cûda yên bajêr.

Li aliyê din, her îro li navçeya Dolikê ya Sêwazê jî li ser rêya sereke ya Sêwaz-Qeyseriyê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di wê qezayê de jî li gel her du şofêran  2 kesên din ên di otomobîlan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dolikê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst