Gelo Kurd dê beşdarî hikûmeta nû ya Sûriyeyê bibin?

12 demjimêr berê
Dilxwaz Mihemed
Elî Rehmûn û Mehabad Tinzanî /Wêne: Rûdaw
Elî Rehmûn û Mehabad Tinzanî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurd Şam Hikûmeta Sûriyeyê MSD ENKS
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Nûnerê MSDyê yê Şamê Elî Rehmûn li ser avakirin û beşdarbûna hikûmetê got, "Destê me ji bo dan û standinê yan diyalogê dirêj e. Em qebûl nakin ku bê bandor bin di hikûmetê de."

Her wiha berpirsê Ofîsa ENKSyê ya Şamê Mehabad Tinzanî jî got, "Eger li ser biryar û naveroka destûra nû bin, ez bawer dikim em beşdar nabin."

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, dê di van çend rojên pêşiya me de hikûmeta nû ya Sûriyeyê were avakirin.

Piştî ragihandina destûra Sûriyeyê, ew geşbîniya ku di dema rêkeftina 10ê Adarê de hebû niha nemaye. Beşdarbûn yan nebeşdarbûna wan di hikûmeta nû de hewceyî dan û standinê ye.

"Divê em di mekanîzmaya hikûmetê de xwedî biryar bin"

Cîgirê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Elî Rehmûn li ser dan û standin û beşdarbûna di nav hikûmetê de wiha anî ziman:

"Eger ji me were xwestin ku em beşdar bibin, divê li ser vê yekê danûstandin were kirin. Em nabêjin erê yan na.

Destê me ji bo danûstandinê yan diyalogê dirêj e. Em qebûl nakin ku bê bandor bin di hikûmetê de.

Divê em jî xwedî biryar û dan û standin bin di mîkanîzmayên hikûmetê de, eger em hatin vexwendin."

Desthilata nû ya Sûriyeyê bi berdewamî behsa wê yekê dike ku divê rolê hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de li Sûriyeyê hebe lê ta niha ev yek nehatiye bicihanîn.

Her tiştê ku tê avakirin yek reng e û ev yek bûye cihê dilgiraniya xelkê Sûriyeyê, bi taybetî ya Kurdan ku beşdarbûna xwe di hikûmetê de bi guherina xalên destûrî ve girê didin.

"Eger li ser biryar û naveroka destûra nû bin em beşdar nabin"

Berpirsê Nivîsîngeha ENKSyê ya Şamê Mehabad Tinzanî got:

"Rengê beşdarbûnê dimîne bi rengê babeta nîqaşê ku bi wan re hebe.

Eger li ser biryar û naveroka destûra nû bin, ez bawer dikim em beşdar nabin."

Di destûra demkî ya Sûriyeyê de desthilata cîbicîkar bi serokê Sûriyeyê ve hatiye girêdan û li ser erkê serok e ku hikûmetê pêk bîne lê hetta niha nehatiye zanîn bi çi rengî ev hikûmet dê were avakirin û kî beşdarî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst