HEWLÊR - Ji cotbûna hesp û zebrayê hebra çêbû

7 demjimêr berê
RÛDAW
Ji cotbûna hesp û zebrayê hebra çêbû / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ji cotbûna hesp û zebrayê hebra çêbû / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hesp Zebra Cotbûn Hebra
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê ji cotbûna hesp û zebrayê hebrayek çêbû ku li cîhanê tenê 100 heb ji wan hene.

Li Baxçeyê Ajelan a Hewlêrê ji cotbûna hespekî û zebrayekê dehşikeke kêmpeyda çêbû.

Ew hebra rengê hespan dide lê serê wê wekî yê zebrayê ye.

Li cîhanê tenê 100 hebrayên wiha hene û ev dehşika yekem e ku li Herêma Kurdistanê hatiye dinê.

“Ev dehşik ji du cureyan e”

Beytar Nuseyîb Hemed Salih got:

"Ew dehşika ku hûn dibînin dehşikeke kêmpeyda ye û doh li baxçeyê me hat dinê.

Ev dehşik ji du cureyan e, ji du cinsên cuda yên ajelan pêk hatiye.

Di zimanê zanistî de jê re 'Zebroid' tê gotin. Her cotbûneke di navbera zebra û equusê (cureyekî hespan e) de çêdibe.”

Nuseyîb Hemed Salih jî diyar kir ku ev hebra ji hespekî û zebrayekê çêbûye.

"Bûyerên bi vî rengî li cîhanê kêm in”

Wî da zanîn ku ev tişt kêm rû dide û li pey çû:

"Bûyerên bi vî rengî li cîhanê kêm in, divê li herêmeke kontrolkirî be.

Li çolan ev rewş gelekî kêm çêdibin ji ber ku ne kontrolkirî ne. Ji ber ku kera kovî ya nêr nebû, me sala borî bi mebest hespek li kerên kovî zêde kir.

Di encamê de ev dehşik hat dinê. Dema avisbûna wê 11 meh bû lê ji bo vê dehşikê 12 mehan ajot."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst