Hewlêr (Rûdaw) – Murat Karayilan got, “PKK di yekê ji demên xwe yên herî xurt de ye. Ne ji ber ku em neçar mane, ji ber ku em ji vîzyona aştî û projeya Rêber Apo bawer dikin, em piştgiriyê didin vê pêvajoyê.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKKyê Murat Karayilan beşdarî bernameya Stêrk TVyê bû û mijarên li rojevê nirxandin.
Karayilan nerazîbûn nîşanî aliyên ku banga çekberdanê ya wekî “têkçûn” dinirxînin, da û got:
“PKK wekî îdeolojîk, siyasî û leşkerî di yekê ji demên xwe yên herî xurt de ye.
Ne ji ber ku em neçar mane, ji ber ku em ji vîzyona aştî û projeya Rêber Apo bawer dikin, em piştgiriyê didin vê pêvajoyê.”
Murat Karayilan got ku divê Abdullah Ocalan karibe beşdarî pêvajoyê bibe û wiha axivî:
“Encex damezirînerê vê partiyê Rêber Apo ku hemû heval wî esas digirin, dikare vê pêvajoyê bi encam bike.
Rêbertiya me dikare vê bi rengekî aktîv bixe pratîkê, rêxistin bike û bi rengekî tendurist bi ser bixe. Ji bo ku ti kom ji derve nemînin, her kes îqna bibe em dibêjin bila wiha be.
Hinek vê wekî şert şîrove dikin û dibêjin, ‘Em şertan qebûl nakin’ lê ji bo ev çerx bizivire ev pêdiviyek e.
Divê derfet hebin ku Rêber Apo bi awayekî aktîfvbeşdarî vê pêvajoyê bibe. Yanî divê azad be, azad tevbigere.
Hin hevalên me yên ne li qadê, yên li derveyî welêt yan jî li zindanê di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku dibe Rêbertî bi rêya teknîkê peyamê bişîne.
Lê belê ev ne karek e ku bi peyamekê biqede. Mesele eger kongre çêbibe, divê Rêber Apo ji hemû qonaxan û biryarên hatine girtin agahdar be û bersivê bide.
Belê, belkî neyê qada kongreyê û ji derve beşdar bibe, di vî warî de teknîk jî dikare rolê bilîze lê divê şande biçe cem û were, divê perspektîvan bide şandeyan û bişîne, her wiha divê bi kesên îqna nebûne re baxive.
“Şervan û fermandarên me yên ku îqna nebûne hene”
Bila her kes zanibe ku di rewşa heyî de heval, şervan û fermandarên me yên ku îqna nebûne hene.
Hevalên ku ji derve wiha diaxivin bi qasî zanîna xwe dinirxînin lê em li vir in û em hîn baştir dizanin. Di vê xisûsê de hinek mijar ji hevalên li vir re bên hiştin dê baştir be.
Niha di rêya biserketina vê qonaxê de mesele hinek rayedarên dewletê dibêjin, ‘Divê teqez were kirin û were bicihanîn.’ Rast e, divê ev bên bicihanîn lê ji bo bên bicihanîn jî divê şert û merc bên afirandin.
Devlet Bahçelî bangek kir û pêşiya vê pêvajoyê vekir. Di wê bangê de çi gotibû: ‘Bila Ocalan ji bo çekberdanê û xwefesixkirinê bang bike; bila were di koma DEMê de li meclisê baxive; bi vî rengî heya dawiyê mafê hêviyê bê naskirin.’
Vêca niha bang hat kirin û kesên rayedarên dewletê diyar kirin ku ev bang ecibandine, di cih de dîtine û jê memnûn bûne.
Dîsa me wekî PKKyê jî bersiva erênî da û ji bo ev pêvajo bimeşe, me agirbest îlan kir. Ya rast destpêkê ev jî erênî pêşwazî kirin û diyar kirin ku banga Rêbertiyê temam dike.
Dibe pişt re hinekan helwesta xwe guhertibe lê di tahlîla dawî de em jî erênî nêz dibin, em ji projeya Rêbertiya xwe bawer dikin û em dê bi temamî beşdar bibin.
“Divê hinek qanûnên pêwîst bên sererastkirin”
Di vê rewşê de divê hinek qanûnên pêwîst bên sererastkirin û pêşî li Rêbertiyê were vekirin lê belê li şûna vê yekê bikin (yanî qanûnan sererast bikin), tiştên wek:î ‘dîroka Kongreyê kengî ye, wê li kû derê kom bibe?’ û hwd. nîqaş dikin.
Baş e lê belê di rewşa heyî de li qadê şer heye û derfet nîne ku vê yekê bixin meriyetê! Eger aliyê dewletê jî bi rastî dixwaze ev pêvajo bikeve meriyetê, divê wekî hatiye diyarkirin ku di navbera gelên Kurd û Tirk de yekîtî û aştî çêbibe, wekhevî pêk were û ji bo vê yekê jî divê her kes wezîfeya xwe pêk bîne.
Têkildarî vê yekê ez dixwazim xisûseke din jî diyar bikim: Meseleya çêkera me ya heyî ya şervan û fermandariyê piranî ew hevalên me ne yên ku piştî sala 1999 û 2000î beşdarî refên me bûne.
Hemû yên ku piştî van salan beşdar bûne, bi armanca misogerkirina azadiya Rêbertiyê beşdar bûn. Heta ku ev heval dengê Rêbertiyê nebihîzin, nebînin ku pêşî li azadiya Rêbertiyê hatiye vekirin, ne pêkan e ku bi hêsanî îqna bibin.
“Helbet ez bang nakim”
Lewma min got, ez bang nakim. Ji ber ku ez bi hevalan re dijîm, wan nas dikim û dizanim. Ji bo tiştekî ku îqna nabin û pêk nayînin, çima ez bang bikim? Helbet ez bang nakim, ji ber ku di cih de nîne. Ji bo vê divê hewldan bê nîşandan. Her wiha em di nava şer de ne. Çawa tiştekî wiha ji bo hêzeke di nava şer de tê gotin?
Hêzên li nava dewletê yên ku bi aqilê selîm tevdigerin jî divê van rewşan li ber çavan bigirin û ji bo pêşketina pêvajoyê tiştên pêwîst bi cih bînin. Encex bi vî rengî pêvajo dê bi pêş bikeve.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse