Hewlêr (Rûdaw) - Efrîna Rojavayê Kurdistanê 7 sal berê wekî îro, 18ê Adara 2018an hat dagirkirin.
Êrişa Tirkiye û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ya li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê 20 Kanûna Paşîn a 2018an dest pê kir.
Efrîn piştî 58 rojan ji şer û pevçûnan, 18ê Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ve hat dagirkirin.
Di van 7 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, revandin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.
Bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdan, dagirkerî û tawanên hovane yên li hemberî Kurdên Efrînê şermezar dikin jî dawî li wan nayê.
Piraniya Kurdên Efrînê ji ber binpêkirinên hovane yên dagirkeran koçber bûn.
Piştî ku desthilata Esed nema hinek Kurd vegeriyan lê heta niha jî gelek Kurd koçber û derbider in.
Tenê hezar Kurdên Êzidî mane
Berî 2018an hejmara Kurdên Êzidî yên Efrînê 35 hezar bû lê niha tenê hezar Kurdên Êzidî mane.
Erebên hawirde ne tenê li malên Kurdan hatin bicihkirin her wiha grupên çekdar li ser zeviyên cotkaran avahî lê kirin.
Heta niha li Efrînê gelek avahiyên komî hatine avakirin û Erebên hawirde li wan hatine bicihkirin.
Talan, kuştin, revandin...
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, destdirêjî, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.
Xeyn ji van tawanan hewl tê dayîn ku xwezaya Efrînê jî were talankirin.
Çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de heta niha piraniya darzeytûnên xelkê birîne û dar û berên Efrînê talan kirine.
Dagirker bacên cuda cuda li ser xelkê ku dixwazin vegerin Efrînê ferz dikin.
Dîsa dagirker hewl didin ku nêhelin Kurd li pey kevneşopiyên xwe jî herin.
Newroza 2023yan komkujiyek çêbû.
Erebên hawirde, li Cindirêsê ji ber ku agirê Newrozê pê xistibû 4 kesên ji yek malbatê şehîd kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse