Çiyayê Asosê hat bombebarankirin

30-12-2022
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Asosê Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihanê Rûdawê ragihand, Çiyayê Asosê li navçeya Mawet a Silêmaniyê careke din hat bombebarankirin. Li gorî şêniyên herêmê dengê firokeyan bi berdewamî tê bihîstin û heta niha ziyanên heyî nayên zanîn.

Welatiyê ji navçeya Mawet a Silêmaniyê Xelîl Mihemed ji Rûdawê re ragihand, bombebarana îro di demjimêr 03:30an de pêk hatiye, Çiyayê Asosê hatiye bombebarankirin lê heta niha ziyanên wê ne diyar in û wan dengekî bihêz bihîstine.

Qaymeqamê navçeya Mawetê Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihand ku li derdora gundên Gelale û Sefre yên Çiyayê Asosê dengê dron û firokeyan tê.

Welatiyekî ji Rûdawê re ragihand ku ji roja Pêncşemê ve dengê firokeyan li ser esmanê deverê têne bihîstin û wan bi çavên xwe firoke dîtine.

Herî dawî di 2ê Berfanbara 2022an de Çiyayê Asosê hatibû bombebarankirin û di encamê de welatiyekî canê xwe ji dest dabû û 5 jî birîndar bibûn ku ji gundên Qamîş û Gelale yên Şarbajêr bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst