Çiyayê Asosê hat bombebarankirin

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Asos Mawet Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê navçeya Mawetê ya Silêmaniyê Kameran Hesen diyar kir ku Çiyayê Asosê hatiye bombebarankirin.

Li Çiyayê Asosê îro dengê teqînan hat bihîstin. Xelkê Rêveberiya Îdareya Serbixwe ya Raperînê ew deng bihîstin.

Li gorî zanyariyên xelkê navçeya Çomanê dane Rûdawê, li Çomanê jî dengê teqînan hatiye bihîstin.

Kameran Hesen ji Rûdawê re da zanîn ku geliyekî Çiyayê Asosê ku navê wê Kuris e îro saet 10:00an hat bombebarankirin.

Li gorî gotina Kameran Hesen, ji ber bomberbaranê ziyana canî çênebûye û ji ber bombebaranê agir jî li herêmê derneketiye.

“Zerera canî çênebûye”

Li ser bihîstina denqê teqînê qeymeqamê navçeya Çomanê ya Hewlêrê Ehmed Barzan ji Rûdawê re da zanîn ku ew lêkolînê dikin û heta niha li herêma wan ti bombebaranek çênebûye.

Heta niha nayê zanîn bê ka balafirên kîjan welatî Çiyayê Asosê bombebaran kiriye.

Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê beriyê niha çend caran Çiyayê Asoê bombebaran kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst