Li Dûkanê otomobîlek hate bombebarankirin: Birîndarek ji Rojavayê Kurdistanê ye

09-08-2023
RÛDAW
Nîşan Dûkan Dron Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Dûkanê ragihand, li ser rêya Dûkan-Xelekanê otomobîlek “bi dronÊ hate bombebarankirin û 2 kesên ku tê de birîndar bûn birine nexweşxaneyê.”

Qaymeqamê navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê Sîrwan Lale Serhed ji Rûdawê re ragihand ku destpêkê agahî gihîşte wan ku otomobîlek şewitiye lê piştî lêkolînê derket ku otomobîl rastî êrişa dronekê hatiye û 2 kes birîndar in.

Sîrwan Lale Serhed her wiha got, “Kesên birîndar yek ji Sûriyeyê û yek jî ji Helebceyê ye û niha li Nexweşxaneya Dûkanê têne dermankirin.”

Qaymeqamê Dûkanê diyar kir ku bûyer li nêzîkî gundê Qelatê rû daye û tîmên parastina sivîlan çûne cihê bûyerê û agir kontrol kirine.

Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê jî li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.

Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî çû cihê bûyerê û ragihand ku bûyer berî demjimêr 16.00an rû daye.

Nûçegihanê Rûdawê ji ajansa Asayîşa Herêma Kurdistanê re axivî û piştrast kir ku di wê otomobîlê de 2 kes hebûne û yek ji Rojavayê Kurdistanê û yê din jî xelkê Şarezûrê ye.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyekî xwe yê nexweşxaneyê wergirt, kesê ji Şarezûrê tevî hemû hewldanan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst