Li Bedlîsê ciwanekî 22 salî xeniqî

30-06-2024
Nîşan Bedlîs Ciwan Bûyerên Xeniqînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî 22 salî di çem de xeniqî.

Rêveberiya AFADê ya Bedlîsê bi daxwiyaniyekê ragihand ku li nêzîkî gundê Kilyatê ciwanê 22 salî yê bi navê Firat Gumuşboga ji bo xwe hênik bike ketiye Çemê Destumiyê.

Firat piştî ku hinekî avjenî kiriye li ber ava çêm çûye.

Tîmên tenduristiyê, noqav û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê û noqav di çêm de li Firat geriyan.

Termê Firat piştî demekê ji çem hat derxisitin.

Tîmên tenduristiyê termê Firat ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst