Sînan Çîftyurek li ser geştên balafirxaneya Wanê bang li hikûmetê kir

30-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Sînan Çîftyurek Balafirxaneya Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek gotiye, hejmara geştên balafiran ên ku rojane ji Wanê derdikevin û tên, têra pêwîstiya xelkê bajêr nakin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa kêmiya geştên asmanî yên balafirxaneya Wanê kiriye û bal kişandiye ser wê yekê ku ew pirsgirêk bandoreke nerênî li ser aborî û jiyana civakî ya xelkê Wanê dike.

Sînan Çîftyurek herwiha bang li berpirsên hikûmeta Tirkiyê kir ku dawî li vê bi gotina wî “cûdakariya negatîf” bînin.

Çîftyurek dibêje: “Sînorê Erzerom û Trabzonê bi Îranê re nîne, lê li her du parêzgehan jî konsolxaneyên Îranê hene, çima li Wanê nîne ku sînorekî wê yê dirêj û girêdaneke wê ya dîrokî bi Îranê re heye. Ev nîjadperestî ye.”

Parlamenterê YSPê Sînan Çiftyure herwiha destnîşan kiriye, di nava hefteyekê de 3 rojan balafir ji Wanê diçin Trabzonê û geştyarên Îranî dibin û dibêje, armanca ew e ku geştyaran li Bakurê Kurdistanê kêm bikin.

Li gorî amarên fermî, di 2022an de nifûsa Wanê milyonek û 150 hezar û nifûsa Trabzonê jî 818 hezar kes bûye. Lê rojane ji Wanê 9 heta 12 balafir, ji Trabzonê jî 65 balafir radibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst