Li Dêrsimê turnuvaya futbolê ya Gulistan Dokuyê hat lidarxistin

30-05-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Gulistan Doku Futbol Turnuva
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê li ser navê Gulistan Dokuya ku 5 sal in winda ye turnuvaya futbolê hat lidarxistin.

Keça Kurd Gulistan Doku 5ê Kanûna Paşîn a 2020î piştî ku ji şevîmana Zanîngeha Dêrsimê derket winda bû û heta niha jî çerenivîsa wê ne diyar e.

 Li Dêrsimê li ser navê Gulistan Dokuyê turnuvaya futbolê hat lidarxistin û ev turnuva 29ê Gulanê (doh) qediya.

“Armanca wê bibîranîna Gulistan Dokuyê ye”

Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhanê wiha behsa turnuvayê kir:

“Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê roja 21ê Gulanê dest bi turnuvaya futbolê ya Gulistan Dokuyê kir.

Vê turnuvayê bi diruşma ‘Em li dijî şerê taybet li stadan kom dibin’ dest pê kir.

Armanca wê ya sereke bibîranîna Gulistan Doku û veguhestina jinên tekoşer a nava stadan bû.”

“Em dixwazin bê dîtin”

Duzgun Durgunê ku di turnuvayê de lîstikvan jî bû got:

“Li Dêrsimê 17-18 tîm beşdarî turnuvayê bûn.

Wekî hemû Dêrsimiyan em jî çarenivîsa Gulistan Dokuyê meraq dikin û em dixwazin bê dîtin.”

“Em naxwazin Gulistan bimirin”

Bariş Goktepeyê ku wekî lîstikvan beşdarî turnuvayê bûye jî anî zimên:

“Em naxwazin Gulistan bimirin. Me bi wê mebestê turnuvayek li dar xist. Turnuva gelekî rengîn bû.”

Di dawiya turnuvayê de Hevserokên Şaredariya Dêrsimê lîstikvanên serkeftî xelat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst