Gulistan 5 sal in winda ye: ‘Dewlet çima keça me nabîne?’

Duh li 11:27
Ali Haydar Gozlu
Malbata Gulistan Dokuyê\ Wêne û Vîdeo: Alî Haydar Gozlu\ Rûdaw
Malbata Gulistan Dokuyê\ Wêne û Vîdeo: Alî Haydar Gozlu\ Rûdaw
Nîşan Dêrsim Bedriye Doku Gulistan Doku
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - 5 sal di ser windabûna Gulîstan Dokuya xwendekara Zanîngeha Munzurê re derbas bûn lê heta niha li ser wê ti agahî nîne.

Dayîk û bavê Gulistan Dokuyê li Dêrsimê bangî rayedarên dewletê kir û xwest aqûbeta keça wan bê eşkerekirin.

Ew kesê ku bi windakirina wê tometbar bû demekê hat girtin lê ji ber nebûna ti belgeyan niha azad e, malbata Gulistan Dokuyê dixwazae çarenivîsa keça wan bê diyarkirin.

Di 5emîn salvegera windabûna Dokuyê de malbata wê û Platforma Jinan a Dêrsimê xwepêşandan saz kirin û li Qada Seyîd Riza daxuyanî dan.

“Ji bo Xwedê alîkarê me bin”

Bedriye Dokuya dayîka Gulistan Dokuyê  ji Rûdawê re got:

“5 sal qediyan û kete sala 6an. Xwedê şahid e, ne roja min roj e û ne jî şeva min şev e.

Ji bo Xwedê alîkarê me bin. Çima dewlet alîkariya me nake û keça min nabîne.

Ji bo Xwedê keça min bibînin.”

Li Dêrsîmê tedbîrên ewlehiyê di asta herî bilind de ne û bi hezaran hêzên ewlehiyê li her cihê bajêr kamerayên ewlehiyê hene.

Malbata Dokuyê dibêje, tevî hemû van tedbîran çawa 5 sal in zanyariyek jî derbarê keça wan de nîne.

“Kujer li derve digere”

Halît Dokuyê bavê Gulistanê jî wiha got:

“We keça min kuşt. Kujer li derve digere û hûn temaşeyî min dikin. Heyf ji we re, heyf ji we re, hûn şerm nakin.

Herin kujer bigirin, li vê Dêrsimê kes winda nabe. Heyf ji we re mûçeyê hûn werdigrin bila li we heram be.”

Gulistan Dokuya 21 salî ku ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye, 5ê Kanûna Paşîn a 2020î dema li Zanîngeha Munzurê ya Dêrsîmê dixwend, piştî ji wargeha zanîngehê derket derve winda bûbû û ji wê rojê ve bêserûşûne.

Wê demê xoşewîstê Gulîsta Dokuyê Zeynel Abakarovê ku zirbavê wî polîs bû hatibû desteserkirin û pişt re hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst