Mûnzûr Baba bûye navnîşana geştiyaran

18-06-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Nîşan Dêrsim Çemê Mûnzûrê Mûnzûr Baba
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Mûnzûr Baba ku li Bakurê Kurdistanê û cîhanê yek ji navendên girîng û pîroz ên Kurdên Elewî ye, bûye navnîşana geştiyaran.

Çavkaniya Çemê Munzurê ku ji quntara Çiyayê Mûnzûrê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê diherike, jê re tê gotin Kaniya Mûnzûr Baba.

Mûnzûr Baba ku 17 kîlometre dûrî navenda bajarokê Pulûrê û 80 kîlometre jî dûrî navenda bajarê Dêrsimê ye bi sedan geştiyar ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê serdana wê derê dikin.

Geştyar Naciye Çelebi Bektaşî dibêje “Ez pir kêfxweş im ku hatime Dêrsimê û ser ava Mûnzûrê. Îro em tevî malbata xwe hatine vê derê. Em ji Çakanê gundê Depê tên lê em li derveyî welat li Almanyayê dijîn û ji çend salan carekê jî em tên vê derê.”

Geştyar piştî serdana cihên xwezayî yên Kaniya Munzurê, li Munzur Baba ku dikeve aliyê gundê Ziyaret, mûman pê dixin û duayan bo ezîz û hezkiriyên xwe dikin.

Geştyar Suzan Abdal got “Baweriya min bi duayan heye, Elewî me, gelekî kêfxweş bûm, ji bo negirîm min nikarî xwe bigrim. Me destpêkê serdana Duzgun Baba kir û niha hatine vê derê, bi hêviyên xwe anînan ziman, Xwedê duayên me hemûyan qebûl bike, gelekî kêfxweş im, dixwazim hemû kes bên û vê derê bibînin.”

Geştyar Oznur Akkoyun diyar kir “Ji derveyî welat hatime, ji Berlînê, 52 sal e li wê derê me, keç û neviyê min hene, ji bo duayan bo wan bikim hatime Mûnzûrê. Min dua ji wan re kirin.”

Dêrsimê di 10 mehên yekem ên sala 2022an de mazûvaniya nêzîka dû milyon geştyarên navxwe û biyanî kiribû, di demsala geştyarî ya îsal de tê çaverêkirin geştyarên zêdetir bên.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst