Li Dêrsimê ajeldarek 2 karikên pezkoviyan ên sêwî xwedî dike

15-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dêrsim Pezkovî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê berî hefteyekê welatiyan pezkoviyeke nexweş tevî 2 karikên wê li Parka Geliyê Mûnzûrê dîtin. Maka wan mir û her du karik man û niha ajeldarekî Dêrsimî wan xwedî dike û navên Dêrsim û Mûnzûr li wan kiriye.

Mûnzûr û Dêrsim du karikên cêwî û sava yên pezkoviyan in. Berî hefteyekê welatiyan ew û maka wan a nexweş li Parka Geliyê Mûnzûrê ya Dêrsimê dîtin. Ji aliyê tîman ve bo navenda parastina ajelan a Dêrsimê hatin birin lê maka wan mirar bû û ev karxezal sêwî man. Tîman piştre ew li navçeya Pulurê radestî ajeldar Umut Can Yarar kirin daku wan xwedî bike.

Ajeldar Umut Can Yarar got, “Ev derdora heftiyekê ye ez wan xwedî dikim. Ez demjimêr 5ê sibehê radibim. Destpêkê şîr didim wan û piştre ajelên xwe derdixim çerê.”

Umut destpkê navê Dêrsim û Mûnzûr li van karikên pezkoviyan dike. Du bizinên xwe yên bi navê Simbil û Nêrgiz jî dike makên wan ên nû. Her du jî zû fêrî bizanan bûn. Niha wekî maka xwe şîrê wan dimijin.

Ajeldar Umut Can Yarar anî ziman, “Em van karikên pezkovî yên sava li ber dû bizinan dimêjînin. Yek ji wan xwedî lê derket  û wan dimêjîne. Lê em serê yek ji wan digirin heta ku dimêje. Dema mirov ajelên kovî li mal dibîne hestekî gelekî xweş e. Me her zû nav li wan kirin. Me navê yekê kir  Dêrsim û navê  yekê jî kir Munzur.”

Dêrsim û Munzur rojê 6 heta 7 caran tên mêjandin. Tîm jî carna serdana wan dikin û rewşa wan ji nêzîk ve dişopînin.

Ajeldar Fîdan Yarar got, “Bi bizinan re dilîzin. Bizin hinek caran ji wan direvin. Dema tu wan berdidî derve dibezin û tên axurê û li bizinan digerin. Em jî gelek ji wan kêfxweş in û dema wan dibînin gelek bextewar dibin. Ew bê dayik mane û em jî bi dilovaniya dayikê wan xwedî dikin.”

Tevî ku ev her du karikên pezkoviyan niha bûne cihê coş û kêfxweşiya vê malbata ajeldar lê piştî ku mezin bûn careke din dê ji bo xwezaya Dêrsimê bên berdan ku pezkovî bûne semboleke vê xwezayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst