Serok Barzanî bi şandeyeke ENKSyê re civiya

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî ENKS tüysüz Sfenks
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi şandeya serkirdayetiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya.

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniya de diyar kir ku pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û helwesta Kurdan hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de Serok Barzanî "tekezî li ser piştgiriya doza gelê Kurd a li Sûriyeyê û pêwîstiya yekrêzî û yekhewlestiya aliyên Kurdî û berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û girîngiya diyalog û rêkarên aştiyane kir."

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de her wiha anî ziman:

“Serok Barzanî pêşwazî li şandeke serkirdayetiyê ya ENKSyê kir.

Roja Çarşemê 8ê Kanûna Paşîn a 2025an li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî şandeke serkirdayetiyê ya ENKSyê pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de derbarê rewş û pêşhatên dawî û guherînên li Sûriyeyê û her wiha helwesta aliyên Kurdî ya li hemberî guherînan guftûgo hatin kirin.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser piştgiriya doza gelê Kurd a li Sûriyeyê û pêwîstiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî û berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û bikaranîna diyalog û rêbazên aştiyane kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst