Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê kesekî Sûriyeyî bi hinceta “endamtiya PKKyê’ hat girtin.
Li gor daxuyaniya parêzgariya Bedlîsê îro di oparsayoneke tîmên cendirmeyan û MITê de kesê bi navê S.K.A. yê 32 salî hat desteserkirin.
S.K.A. bi hînceta li “Sûriyeyê û Îraqê di nava xebatên rêxistinê de kar kiriye û endamê PKKyê bûye” hatiye desteserkirin.
Hat gotin ku S.K.A. ji Sûriyeyê lê bajarê wî nehatiye eşkerekirin.
Hêzên ewlehiyê S.K.A. piştî rêkarên destpêkê îro şand Serdozgariya Komarê ya Bedlîsê û li wir bi biryara dadgehê hat girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse