Geştyarên navxwe û derve berê xwe didine çand û xwezaya Dêrsimê

11-06-2023
Ali Haydar Gozlu
Geştyarên navxwe û derve berê xwe didine çand û xwezaya Dêrsimê
Geştyarên navxwe û derve berê xwe didine çand û xwezaya Dêrsimê
Nîşan Dêrsim Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi destpêkirina demsala havînê geştyarên ji parêzgehên Amed, Mêrdîn, Êlih û Rihayê û gelek parêzgehên Tirkiyê berê xwe dane Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ku bêhna xwe vedin.

Di geşta xwe de serdana cihên wek Qada Seyîd Riza, Parka Nîştimanî ya Geliyê Munzurê û gelek cihên din ên nîşaneya çanda herêmê dikin.

Geştyarekî li ser xwezaya Dêrsimê got, “Em ji Diyarbekirê ji bo gerê hatine. Armanca me ya sereke Dêrsim e, dîroka wê pir mezin e. Heta ji serdemên Osmanî û Urartuyan de ev taybetmendiya Dêrsimê hebûye, ez ji Diyarbekiriyan re dibêjim werine Dêrsimê.”

Geştyarên ku ji parêzgehên Tirkiyê hatine vê derê jî li beramber dîmenên dilrevên kêfxweş dibin û dibêjin ligel xwezaya Dêrsimê çanda wê jî bo wan balkêş e.

Geştyara ji Tirkiyê Guldeniz Kaya anî ziman, “Cara yekê ye ez têm, ji Merzîfonê me. Ji bo min xeyalek bû. Gelek hevalên min ên ji vê derê hene. Min xwest bêm bibînim. Ez bi xwe jî Elewî me, hestekî cûda li ba min çêbû.”

Yek ji rêberê geştyaran Muhammet Kaya dibêje daxwazek zêde heye ku geştyar bên serdana Dêrsimê bikin û kompanyayên geştyariyê li ser vê yekê turên xwe yên geştê zêde kirine.

Rêberê Geştyaran Muhammet Kaya got, “Em ji Batmanê 50 kes hatin. Em çima hatin Munzur û Dêrsimê, beriya her tiştî xelk meraqa xwezaya Geliyê Munzur û Cemxane û Elewîtiyê dikin. Ji ber vê yekê jî daxwaza hatina vê derê zêde ye. Ez û geştyaran, em gelekî kêfxweş bûn bi hatine vê derê.”

Li parêzgeha Dêrsimê geştyarên navxwe û derve bi taybet serdana Parka Niştîmanî ya Çemê Munzurê dikin ku bûye cihê werzîşa raftîngê û ligel raftîngê werzîşên wek kano û zepline jî tên kirin.

Li gor amarên Rêveberiya Çand û Geştyariyê ya Dêrsimê sala borî di nav 10 mehan de nêzîkî 2 milyon geştyaran serdana parêzgehê kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst