GEVER - Hevjînên astengdar ji bo çêkirina xaniyekî li benda alîkariyê ne

30-04-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Hevjînên astengdar/Wêne: Rûdaw
Hevjînên astengdar/Wêne: Rûdaw
Nîşan Gever Colemêg
A+ A-

Gever (Hewlêr) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê du hevjînên astengdar ji ber tinebûnê nikarin xaniyê xwe yê nivco temam bikin û li benda alkariyê ne.

Orhan û Çîgdem ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ne û astengdar in.

Çîgdem di deh saliya xwe de ji ber nexweşiyekê felc dibe û êdî nikare bimeşe.

Orhan jî 14 sal beriya niha dema li gundê wan pevçûnek çêdibe dixwaze xwe biparêze lê birîndar dibe û ew jî êdî nikare bimeşe.

Ne astengdarî û ne hejarî ji evîna wan re nebû asteng

Qeder Orhan û Çîgdemê li nexweşxaneyê digîhine hev û li wê derê ew hevdû nas dikin.

Ew jin û mêr, li nexweşxaneyeke Geverê hev dibînin û beriya sal û nîvekê jî biryara zewacê didin.

Ji her du astengdaran re evîn nebû asteng lê jiyan her tim dibe asteng.

“Me nedikarî pêdivîyên xwe dabîn bikin”

Çîgdem Dagdevirenê got, “Min li nexweşxaneyê zilamê xwe nas kir û sal û nîvekê beriya niha em zewicîn.

Em li Geverê bûn, xaniyê ku em tê de bûn me nedikarî pêdivîyên xwe dabîn bikin.

Pêlekanên wê hebûn û xanî ji bo me rehet nebû.

Me nedikarî bên û biçin û kirêya me jî zêde kirin.

Em jî hatine gund û em li mala tiyê min dimînin.”

Piştî zewacê Orhan li navenda Geverê xaniyekî kirê dike û ew lê dijîn.

Lê piştî demeke ew êdî hem nikare kirêya xanî bide hem jî jiyana xanîyekî li bajêr ku astengên wan zêdetir dike bijîn.

Ew berê xwe didin gundê Çardîwaranê yê Geverê û dixwazin xaniyekî ava bikin lê bêdahatî dibe sedem ku xaniyan wan jî nîvco bimîne.

“Em nikarin tiştekî bikirin, eger alîkariya me bikin dê gelekî baş be”

Orhan Dagdevîren jî wiha anî ziman, “Kirêya me zêde bû û hatûçûya me ne xweş bû.

Ji mecbûrî em hatine mala birayê min.

Li mala wî jî pêpelekan hene û hatûçûn zehmet e.

Me jî ji sala borî dest bi çêkirina xaniyekî kiriye.

Rewşa me ya darayî xirab e û me tenê mûçeya astengdariyê heye û ew jî kêm e.

Em nikarin tiştekî pê bikirin hema bi zorê têra xerciyên me yên rojane dike.

Min hinek kereste deyn kirin û hinekî jî xelkê alikariya me kiriye.

Eger xelkê me alîkariya me bike dê gelekî baş be.”

Xaniyê wan nîvco maye

Orhan û Çîgdem niha li gundê Çardîwaranê yê Geverê li mala birayê Orhan dimînin.

Ev jin û mêr dixwazin li gundê Çardîwaranê xaniyekî li gorî xwe ava bikin lê ji ber nebûna pereyan nikarin xaniyê xwe temam bikin.

Take dahata wan alîkariya dewletê ye ku ew jî mehê derdora 8 hezar lîreyan e û çavê wan lê ye xêrxwaz destê xwe dirêjî wan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst