COLEMÊRG - Kooperatîfa Lilyanayê ya Jinan ji gelek jinan re bûye deriyê kar

06-11-2023
RÛDAW
Li Colemêrgê hinek jinan kooperatîfek ava kiriye
Li Colemêrgê hinek jinan kooperatîfek ava kiriye
Nîşan Kooperatîfa Lilyanayê ya Jinan Colemêg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kooperatîfa Lilyanayê ya Jinan ji jinên parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê re bûye deriyekî dahatê.

Li Bakurê Kurdistanê hevkariya jinan bi hev re di warê aborî de roj bi roj geştir û zêdetir dibe.

Li bajarê Colemêrgê hejmareke jinan projeyeke bazirganî bicik kir.

Di çarçoveya wê projeyê de, çend curên xwarinan ji berhemên xwemalî çêdikin û didin bazarê.

Karsazeke jin a Colemêrgê kargehek jî vekiriye û ew di nava wê kargehê de berhemên xwe çêdikin û piştre jî difiroşin.

Jinên Colemêrgê bi serpereştiya Ummuhan Keskin hatine ba hev û kooperatîfa hevkariya bazirganî ava kiriye.

Berhemên xwemalî tên firotin

Bi taybetî yên çandiniyê berhemên xwemalî di kargeha xwe de dikin tirşî, sîrik, salçe, rîçal û herwiha giyayên wekî catir, karî, çorinî, siyabo û kerengan kom dikin û piştî hişkkirinê difroşin.

Seroka Kooperatîfa Lilyanê ya Jinan Ummuhan Keskinê got:

“Em niha di du qadên cuda de berhemanînê dikin. Em li kargeh û navenda pêşxistina kar berhemanînê dikin.

Em di çarçoveya projeya gastronomiyê de li ser berhemên çandiniyê kar dikin. Em bi awayekî xwezayî berhemanîna organîk dikin.”

Ji gelek jinan re derfeta kar çêbû

Bi avakirina kooperatîfa Lilyan gelek jinan derfeta kar bi dest xist û bi dahata wê jî debara mala xwe dikin.

Endama Kooperatîfa Lilyanê ya Jinan Esra Kiliç jî got:

“Em dewlemendî û tamên xwecihî yên Colemêrgê didin nasandin. Em ji vê yekê gelekî kêfxweş in. Dema em bersivên erênî werdigrin zêdetir bextewar dibin.”

Kooperatîfa Lilyanayê ya Jinan ku sala 2022an ji aliyê 10 jinên Colemêrgî ve hat avakirin xebatên xwe mezintir dike û dê îsal di warê gastronomiyê de 50 jinan perwerde bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst