Rûdawê û Zanîngeha Kurdistanê peymaneke hevkariyê îmze kir

05-11-2023
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Zanîngeha Kurdistanê Peyman Hevkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê bi Zanîngeha Kurdistanê re peymaneke lihevkirinê îmze kir.

Ev peyman, bi mebesta bipêşxistina hevahengiya akademîk û medyayî ya di navbera her du aliayan de ye.

Peymana ku ji 13 xalan pê tê ji aliyê Serokê Zanîngeha Kurdistanê Keyt Şarp û Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ve hat îmzekiirn.

Peyman amaje pê dike ku Zanîngeha Kurdistanê dê bi rêya xwendekar û karmendên xwe yên pispor di warên cuda de, "bi awayekî çalak" beşdarî ragihandina nûçe û bernameyên Rûdawê bibe.

Herwiha Rûdaw jî dê bi rêya ekran, radyo, portal û torên xwe yên civakî proje û lêkolînên akademîk ên zanîngehê bigihîne Kurdistan û cîhanê.

Rûdaw dê alîkariya Zanîngeha Kurdistanê bike ku pêwendiyên xwe yên medyayî li herêmê û li qada navdewletî bi hêz bike û ji hevkarên Rûdawê yên li navendên medyayî yên cihanî sûdê wergire.

Di çarçoveya peymanê de Zanîngeha Kurdistanê dê ezmûn û şiyanên xwe yên zanistî bi kar bîne ji bo ku Rûdaw pisporiya karmendên xwe li ser mijarên modern yên wek hişê çêkirî û ewlehiya sîber berfirehtir bike.

Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê dê salon û avahiyên xwe ji bernameya Bestoon Talkê ya Rûdawê re vekirî bihêle.

Dîsa her du aliyan li hev kir ku Zanîngeha Kurdistanê bi awayekî çalaktir beşdarî “Foruma Hewlêrê ya Salane” bibe.

Foruma Hewlêrê her sal ji aliyê Navenda Lêkolînên Rûdawê tê organîzekirin.

Gelek zana û lêkolîner ji Kurdistan, Îraq, welatên herêmê û cihanê beşdarî forumê dibin.

Tora Medyayî ya Rûdawê û Zanîngeha Kurdistanê dê bi hevbeşî li ser şêwaza Chatham Houseyê gotûbêjan li dar bixin.

Herwiha Rûdawa ku li Brîtanyayê bûye endamê Chatham Houseyê dê endamtiya zanîngehê jî hêsan bike.

Ji bo berjewendiya giştî û belavkirina zanyariyên zanistî, her du alî gihiştine rêkeftinê ku Zanîngeha Kurdistanê beşdarî podkast û bernameyên Rûdawê bibe.

Tora Medyayî ya Rûdawê û Zanîngeha Kurdistanê ku wekî du saziyên sereke ne di warên ragihandinê û zanistî de, dê hewla lidarxistina konferansan bidin da ku li ser mijarên germ ên herêmê guh bidin raya giştî.

Tora Medyayî ya Rûdawê saziyeke medyayî ya serbixwe ye.

Xebatên xwe bi awayên nivîskî, dîtbarî û dengî diweşîne.

Herwiha armanc dike ku agahî û rastiyan bi awayekî profesyonel ragihîne.

Rûdawê Nîsana 2008an di warê karê medyayî de dest bi berhemanînê kir.

Malpera Rûdawê Nîsana 2008an dest bi xebatê kir.

Heftenameya Rûdawê jî yekemîn rojnameya Kompanyaya Rûdawê bû û hejmara wê ya yekem 5ê Nîsana 2008an derket.

Rûdawê sala 2012an xebatên xwe berfirehtir kirin û dest bi amadekariyên avakirina Tora Medyayî ya Rûdawê kir.

Radyo, televîzyon û tortala Rûdawê 29ê Gulana 2013an (roja çarşemê) saet 17:00an dest bi weşana xwe kir.

Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê sala 2006an ji aliyê serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat damezrandin.

Beşên wê yên bijîşkî, rêveberî, aborî, zanistên civakî, zanist û endezyariyê hene.

Heta niha 1652 kesan ji Zanîngeha Kurdistanê bawername wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst